Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî lidar xist, û behisa pêwendiyên navdewletî yên ku girîngî dane nerazîbûna civaka navnetewî ji şanoya hilbijartinên ku rijêm dixwaze li dar bixe kirin, û tekez kirin ku hilbijartinên ku dê danpêdanê bi rewatiya wan bikin, tenê ew in yên ku divê di çarçoveya biryara 2254 de bin, û di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de bin.
Û amadebûyan şiroveya Nûnerê Navdewletê yê bo Sûriye Gear Peederson berçav kirin, û helwesta nerênî ya saziya navdewletî şermezar kirin, ji ber wê tenê xwe dervayî hilbijartinên rijêmê dîtiye, û bal kişandin ser ku ji saziya navdewletî dihat xwestin ku zelal be, û ji Encûmena Ewlekariyê re bêje ku rijêm biryara 2254 ret dike û karên Komîteya Destûrî asteng dike, û bihêle rijêm berpisyariya tam di ber wê yekê de hilgire, û ji Encûmena Ewlekariyê bixwaze ku rêşûnan bistîne, û bihêle rijêm pabendiyê bi cîbicîkirina biryarê bike.
Û di civînê de Komîteya Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî, tekez kir ku mersûmên lêborînê yên ku rijêm derdixe, ji hêla aliyekî ne rewa têne der, û Ofîsa Yasayî mersûmê lêborînê yê li vê dawiyê derketiye berçav kir, û diyar kir ku ew jî wek mersûmên ku rijêmê di salên vê dawiyê de derxitine, û tiştek jê cîbicî nekiriye, û ti girtî di riya wan mersûman re nehatin berdan, û mersûmên ku rijêm dertîne, tenê giringiyê didin tawanên ku alîgirên wê dermafê sivîlên Sûrî li deverên di bin kontirola wê de pêk tînin, ew jî wek hewldanekê ye da xuya bike ku jîngeha aram li welêt heye, û ew rê dide vegera penaberên sûrî û nûavakirê.
Û Desteya Siyasî li şiroveya Ofîsa Girêdanên Leşkerî guhdarî kir, ya ku derbarê pêşdeçûnên meydanî û bombebarana ku sivîlên bajarê Efrînê armanc kirine û rewşa ewlehiyê li deverên rizgarkirî bû.
Û di civînê de Ofîsa Revendan rapora xwe ya ku tête xalên li gel Serokên Revendên Sûrî li seranserî cîhanê hatine berçav kir, û têde helwestên yekrêz yê sûriyên li derve derbarê retkirina wan ji berdewamiya rijêma Esed re diyar kir, û gotin ku bi çi awayî be divê rijêm bar bike, ji ber ku ew mercê yekemîn û kilîta sereke ye bo çareseriya siyasî li sûriyê û vegera bi rûmet û ji dev xwe ve bo penaberan.
Û Encûmena Êl Û Eşîran ya sûrî, rapora xwe ya li ser bizava ku li deverên rizgarkirî dibe bo pêkanîna ewlehiya civakî û aştiya nav xelkê û çareserkirina nakokiyan û gihîştina lihevhatinê pêşkêş kir.
Û Komîteya Diyalogê ya Niştimanî, pêwendiyên ku li gel hejmarek ji pêkhatên gelê sûrî li başûr û beravê lidar dixe berçav kirin, û li ser nerazîbûna milet ji rewşa jiyanê ya xirab yaku gelê sûrî gihîştiyê axivî, û helwestên wan yên ret dikin ku tevlî şanoya hilbijartinên dahatî nabin berçav kir, ew hilbijartinên diyar dikin ku rijêm ji ketwarê bi êş û azar yê ku welat têre derbas dibe cuda ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî