Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bi awayekî dubare rijêm miqateye ku mersûmên lêborînê yên giştî derbarê girtiyên li bal xwe derxîne, û cîwaziya mersûmên ku rijêm derdixe, ku ew girêdayî tawanên veqetandî ne, û wan bi awarteyan sînor dike, daku cîbicîkirina wê teng bike, û bixe çarçoveyeke siyasî, û nirxandina lêborînan bi dadgeha ku fermanên xwe ji amûrên ewlekariyê werdigre girêdide.
Û mersûmên lêborîna tawanên wek revandin, qaçaxî, vexwarina keresteyên hişbir, bertîl û sextekarî û dana agahiyên derew bo karmendan, û xirakirina doseyên ku dihêlin rijêm bi hêsanî binpêkirina mafên niştcîbûn û malûmilkiyê bike, û kesên têde beşdar bûne biparêze, her weha derbarê guhartina agahiyan û sextekirina doseyên agahiyên sivîlan.
Em serbestberdana hejmarek pir hindik ji rikberên hatine berdan dişopînin, piştî ku bi awayekî derveyî yasayê hatine revandin û girtin, û piştî îşkencekirin û binçavkirina wan di dema girtinê de, û hukmên zordar yên dermafê wan girtiyan derketine, û tevî giringiya rizgarbûna wan, lê rijêm helmetên girtinê yên nû pêk tîne, û hîn bi sedhezarên sûrîyan binçavkirî û girtî dihîle, û tenê hejmareke hindik ku bi dehan in berdide, daku kaxesan tevlihev bike.
Bêhtirê girtiyan yên xwedanên nerînên siyasî û çalakvanên aştiyane ne, û yên bergiriyê di ber mafên mirovan de dikin û bizîşk û berdestên bizîşkan û yên di warê alîkariyên mirovahî de dixebitin û rojnemevan û yên ji rijêmê veqetiyane û veguhestine dadgehên ku madeyên wan di mersûmên lêborînê de tune ne, ew jî tekez dike ku mersûmên lêborînê bo armancên ragihandinî û siyasî derketine, û cîbicîkirina wê mersûmê bi awayekî bijartî û pir sînordar e, û bi melyonan derbider û penaber û yên bi kotekî ji aliyê rijêmê ve koçber bûne ne di nav wan mersûman de ne.
Ti jîngeha aram li sûriyê tune ye, û em hişyariyê ji bikaranîna mersûmên lêborînê didin, da bi awayekî keysebazî ji aliyê hin partî û kesayetên nijadperest ve li dewletên penaberiyê bikar neyê, û ji bo ku nebe behane ku xelkê bi kotekî koçberî Sûriyê bikin, an di warê niştecîbûnê de fişarê li wan bikin.
Û em balê dikşînin ser ku pejrandina pirensîpa lêborînê wek mukurhatinê ye ku tawanek pêk hatiye, ev jî dijî felsefa dadweriyê ye, yaku divê rewşa girtiyên şoreşê û rikberan sererat bike, û yekser ew werin berdan, û hukmên demafê wan derketine bêtin hilanîn, û tevaya bandorên wan hukman werin rawestandin.
Bêyî fişareke rasteqîn ji aliyê civaka navdewletî ve, yaku divê ji encamên wê bihêlin ku çavdêrên navdewletî derbas bibin navendên girtinê yên veşirtî û yên eşkere, rijêm dê di xapandinên xwe de berdewam bimîne, weku çawa di cîbicîkirina helmetên girtin û îşkencekirin û kuştinê de berdewam e.
Dadwerî helbet dê were, û mafên qurbaniyan vegerîne, û yên tevlî tawanên qirkirinê bûne siza bike, û dadgehkirina tawanbarên tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê dê nîşanên pêşî yên sûriya nû bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
04 gulan 2021