Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, doseya fişarên li ser xwendekarên penaberên sûrî li Libnanê têne kirin û nehêlana derbasbûna wan bo ezmînên dibistanan, û sepandina mercên dijwar ji bo derbasbûnê, ya dibe sedem ku 80% ji xwendekaran nikaribin xwendina xwe berdewam bikin, dişopîne.
Desthilatên Libnanî di ber dabînkirina hînkirinê bo penaberan berpisyar e, û ji desthilatên Libnanî tê xwestin ku bendên li ser wan hatine sepandin rake, û astengiyên ku nahêlên xwendekar ezmûnên xwe yên dibistanê pêşkêş bikin hilîne.
Rijdiya li ser vê pêngavê, tevlî ku ew nakok e bi peymanên Hikûmeta Libnanî û pabendiyên wê, û encamên bobelatî jê derdikevin, ew mîna awayekî gendeliyê û talana eşkere ye, di warê diziya alîkariyên navdewletî de, yên ku ji Hikûmeta Libnamî re têne pêşkêşkirin, ji bo dabînkirina xizmetkariyên sereke, di nav de yên hînkirinê, bo penaberên sûrî.
Bihaneya xwestina kaxezên fermî yên ji aliyê rijêmê ve derketine, daku xwendekaran di riya wan kaxezan re derbasî ezmûnan bikin, nayê pejrandin, ji ber ku tê wê wateyê ku xwendekar an xwediyên wan dê ji neçarî serdana balyozxaneyên rijêmê bikin, û li wir dibe ku pereyan ji wan bistînin, û dibe ku rijêm hewcedariya wan ji xwe re bi keysebazî bikar bîne, û bihêle ku xwendekar an xwediyên wan di hilbijartinên pêkenokî yên ku rijêm dixwaze lidar bixe de, ji neçarî beşdar bin û dengên xwe bidin.
Em ji desthilata Libnanî dixwazin ku ji nû de û bi rengekî bi lez li van rêşûnan binhêre, û pêşeroja bi hezaran ji xwendekarên sûrî neke bin gefê, an rewşa wan ya dijwar ji xwe re bikar neyne, û vegera kotekî li ser wan nesepîne, ji ber ku ew mijar dê metirsiyeke mezin li ser wan malbatan çê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
05 gulan 2021