Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûrve li gel Tîma Holenda ya doseya sûrî lidar xist, daku pêre behsa dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li sûriyê bike.
Û di hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsê Ebdilehed Istêfê û Endama Ofîsê Dîma Mosa û ji Aliyê Tîma Holendî ve Robert Villar û Yildirim Aydin amade bûn.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Ebdilehed Istêfo şiroveyek li ser rewşa mirovahî ya dijwar li deverên rizgarkirî û pêwîstiya deverê bi pêşkêşkirina hîn bêhtir alîkariyên mirovahî bo dabînkirina pêdviyên nişteciyan li wê deverê, nemaze di dema belavbûna bêtara korona de, pêşkêş kir.
Û Istêfo li ser dergehên sînorî axivî, û tekezî li ser pêwîstiya şopandina biryara derbaskirina alîkariyan di riya xalên sînorî re, û kar li ser dîtina mîkanîzmên berdêl bibe, kir.
Û Istêfo li ser şanoya hilbijartinên ku rijêma Esed dixwaze lidar bixe axivî, û tekez kir ku serokê rijêmê û sembolên wê şayistên dadgehkirinê ne li ser tawanên ku dermafê gelê sûrî de pêk anîne, ew jî helwestekê ji aliyê Netewên Yekbûyî dixwaze, û derbarê sistbûna wê li gel rijêmê, ya ku hemû biryarên navdewletî binpê kirine, divê lêvegerê ji helwestên xwe re çê bike.
Û ji aliyê xwe ve Dîma Mosa li ser gerên Cinêvê yên vê dawiyê û awayên rijêmê yên astengkirinê û pêşhatên Komîteya Destûrî ya sûrî, her weha li ser rewşa ku pirosesa siyasî di dema niha de gihîştiniyê axivî.
Û herdû aliyan behsa rewşa penaberên sûrî li dewletên Yekîtiya Ewropa kirin, nemaze pêwîstiya ku Hikûmeta Danîmarkî ji biryara koçberkirina penaberên sûrî dagere û kaxezên niştecîbûnê ji malbatan nekşîne, û tîma Holendî tekez kir ku tiştê li Holenda dermafê hejmarek ji penaberên sûrî rû dide ne li gor siyaseta Holenda ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî