Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Tekeziya Girûpa Heft Dewletan li ser ku ew pabend in bi bijardeya çareya siyasî li sûriyê û pêşdebirina berve cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 û girêdana çi pirojeyên nûavakirinê li sûriyê bi veguhestina siyasî ve, helwesteke girîng e, û cihê xweşhaliyê ye, û divê pêngavin piratîk di dûvre werin avêtin.
Û di dema pûçbûna Encûmena Ewlekariyê di doseya sûrî de, Hevbendiya Niştimanî ji Girûpa Heft Dewletan dixwaze ku piştgiriya avakirina mîkanîzmin piratîk bike, ji bo cîbicîkirina biryara 2254, nemaze damezrandina Desteya Hukumdarî ya Veguhêz ya ku wek gava herî giring e bo veguhestina siyasî li sûriyê, çênabe ku cîhan li paş helwesta Rûsî bimeşe, ew helwesta ku piştgiriya stemkariyê û tawanan li sûriyê û tevaya dewletên stemkar li seranserî cîhanê dike, û wan dewletan han dide li ser kotekî serkutkirina gelan, û dixwaze hêviyên bi melyonan kes yên azadî û dadweriyê têkbide.
Rûbirûbûna dozên ciyosiyasî yên gefê didin ser demoqrasî û azadî û mafên microvan, tiştekî çarenûsî ye, û erkê dewletên demoqrat e ku bergiriyê di ber van nirxan de bikin, di rûyê hevalbendên stemkariyê yên ku Rûsiya serkêşiya wan dike, bi hevkariya li gel rijêmên wek Îran û Koriya Bakur û rijêma Esed.
Tekeziya daxwiyaniya dumahiyê ya ji hêla Girûpa Heft Dewletan ve derketiya, derbarê gihandina alîkariyên mirovahî bi temamî û bêyî ku ti astengî bên danîn, her weha piştgiriya wê ji nûçalakkirina biryara derbaskirina alîkariyên navdewletî di riya xalên sînorî re, bi awayekî lezgîn û di nêzîktirîn rê re, tiştekî pir giring e.
Hevbendiya Niştimanî careke din pabendiya xwe bi biryarên Encûmena Ewlekariyê û mîkanîzmên çareya siyasî tekez dike, û daxwaza sepandina fişarên pêwîst bo pêkanîna veguhestina siyasî yaku destpêka aramiyê li sûriyê û deverê ye dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
06 gulan 2021