Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Biryara Serokê Emrîka Joe Biden ya derbarê dirêjkirina rewşa awarte ya niştimanî ya girêdayî sizakirina rijêma Esed, di demeke girîng de hat, ji ber ku pabendiya Emrîka bi helwesta wê ya derbarê rijêmê tekez dike, û dibîne ev rijêm jêdera terorê ye û gefê dide ewlehiya netewî û aborî û siyaseta Emerîka ya derve, û fakterek ji fakterên bêserûberî û nearamiyê ye.
Biryara dirêjkirina kartêkerbûna rewşa awarte yaku derketiye, û ji sala 2004an de gelek caran hatiye guhertin û pêşxistin, xweza û bingeha teroristî ya rijêma ku têkiliyên wê yên kûr bi rêxistinên teroristî û pirojeyên belavkirina bêserûberî û wêraniyê li deverê û cîhanê re, her weha tunebûna çi hêviyê ku reftarên xwe bighure eşkere dike, ew jî tê wê wateyê ku bijardeya tenha li pêşiya cîhanê maye ku mîkanîzmeke navdewletî ava bike, da wê bisepîne û biryarên navdewletî tev biryara 2254 cîbicî bike, û berve sizakirina tawanbarên cengê biçe.
Biryar wek nameyeke girîng e, ji hemû aliyên ku dixwazin rijêmê bi ser bixînin re ye, her weha ji yên bi çi şêweyî têkliyê pêre dubare bikin re ye. Û kî destê xwe bide rijêmê dê ew jî bibe hevpara tawanên wê, û dê wek alîgirê tawanbaran bête jimartin, û wek dijminê yasaya navdewletî û biryarên navdewletî were xuyan, û dê xwe têxe di bin gefa cezayên ku li ser rijêmê hatine sepandin de.
Em giringiya rola Emrîkî di piştgiriya gelê sûrî de tekez dikin, daku alîkar be û vê pûçkirina ku rijêmê û dagîrkerê Rûsî li ser doseya çareya siyasî sepandiye bidawî bîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
07 gulan 2021