Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdegirtina hewşên Mizgefta Eleqsa ya pîroz ji aliyê hêzên dagîrkerê Israîlî ve û dijminkariya hovane li ser nimêjker û mangirtiyan, û rêşûnên nerewa yên ku desthilatên dagîrkerê Israîlî dijî nişteciyên Qudsê şermezar dike, û rawestandina xwe li kêlek gelê filestînî di rûbirûbûna hewldanên valakirin û koçberkirin û tunekirina hebûna Erebên Filestînê li Qudsê tekez dike, nemaze li taxa Şêx Cerah.
Dijminkariya li ser Mizgefta Eleqsa ya pîroz û li ser nimêjkaran cihê hêrskirina bi melyonên muslimanan li seranserî cîhanê ye, û divê sîneorek li pêşiya binpêkirinên berdewam yên ku dagîrkerê Israîlî dermafê pîroziyên misliman û xiristianan pêk tîne wer danîn, û em cext dikin ku tundî û serkutkirin û tawan rewatiyê nadin dagîrker û koçberkirinê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cextiyê li ser pêwîstiya bidawîkirina siyaseta nebaş dermafê filestîniyan û mafên wan dike, û rwestana gelê sûrî li kêlek mafên rewa yê gelê filestînî yê li ser xaka xwe û di avakirina dewleta serbixwe yaku paytexta wê dê Qudis be, yaku wek erdekî erebî filestînî be tekez dike, û em dibêjin ku ne ji mafê ti aliyên din e ku serweriya wê bike, û dem pir dirêj nake ta bighêje roja ku gelê filestînê tevaya mafên xwe di riya çareyeke dadwerî re bistîne, û tundiya dijî wan bikar tê bidawî bike, û aramiya deverê dabîn bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
08 gulan 2021