Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bi dirêjiya deh salan Milîsên Îranî yên mezhebî bi hezaran tawan û binpêkirin û komelkujî û tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê pêk anîne, û bûne sedema ruxandin û koçberkirin û derbiderkirineke berfireh dermafê gelê sûriyê, her weha bûye sedema operasyonên leşkerkirina ciwanên sûrî û rakêşkirina wan bi rêyên darayî û mezhebî, û wan vediguhêze leşkergehên rahînanê yên di bin kontirola Elheres Elsewrî de, û piştî wê wan tevlî milîsên xwe dike.
Li vê dawiyê Îranê dest bi pirojeya wêrankirineke nû kiriye, daku milîsên xwe ji Sûriyê bişîne Yemenê, ji bo ku wan li kêlek girûpên hosiyan di cenga dijî gelê Yemenê de bikar bîne.
Her gav Hevbendiya Niştimanî hişyarî ji pirojeya Îranî li deverê daye, û wê belge ji civaka navdewletî re derbarê tiştên ku vê rijêmê dermafê gelê sûrî pêk tîne û derbarê rola wê ya xirab li sûriyê pêşkêş kir, her weha Îran dixwaze bêserûberiyê li dewletên deverê belav bike, û dixwaze tevna civakê jî jihev bixe.
Ji Dewletên deverê û civaka navdewletî tê xwestin ku helwesteke vebir dijî hevpeymaniya Îran û Esed yaku Rûsiya piştgiriya wê dike bistînin, daku sînorek jêre were danîn, û metirsiya ji li ser gelê sûriyê û gelên deverê bidawî bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 gulan 2021