Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane bi serokatiya Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî lidar xist, û behsa dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kir.
Û amadebûyan biryara Emrîka ya girêdayî bi dirêjkirina karê bi yasaya awarte ya niştimanî derbarê sizakirina rijêma Esed şopandin, û tekez kirin ku ew di demeke girîng de hatiye, nemaze derbarê nûjenkirina pabendiya Emrêka bi helwesta xwe derbarê rijêmê, ji ber ku rijêm jêdera terorê ye, û ku ew ewlehiya netewî û aborî û siyaseta derve dike bin gefê, û rijêm fakterek ji yên bêserûberiyê û nearamiyê ye.
Û amadebûyan giringî dan karên hovane yên ku hêzên dagîrkerê Israîlî dijî Mizgefta Ewleqsa ya pîroz pê radibe û dijminkariya ku dermafê nimêjkaran pêk aniye, û rêşûnên ne rewa yên ku desthilatên Israîlî dijî nişteciyên Qudsê standine şermezar kirin, û tekezî li ser rawestana li kêleka gelê Filestînê di rûbirûbûna bizavên valakirin û koçberkirin û nehêlana hebûna Erebî ya Filestînî li bajêr kirin, nemaze li taxa Elşêx Cerah.
Û amadebûyan xweşhaliya xwe bi daxwiyaniya Girûpa Heft Dewletan anîn ziman, yaku tekezî li ser pabendiya wê bi bijardeya siyasî li sûriyê kiriye, û pabendî bi cîbicîkirina Encûmena Ewlekariyê ji biryara 2254 re bibe, û divê çi pirojê nûavakirinê bi veguhestina siyasî ve were girêdan, û daxwaza pêngavin piratîktir kirin.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdilhekîm Beşar, pêşketinên diyaloga kurdî – kurdî berçav kirin, û diyar kir ku ew niha gihîştiya rêyeke girtî, û tekez kir ku Encumana Niştimanî hîn pêgir e bi cîbicîkirina her pênc xalan, berî ku derbasî çi danûstandinan bibin.
û ji aliyê xwe ve Cîgirê Serok Uqab Yehya encanên karê Komîta Diyaloga Niştimanî yaku hejmarek ji hevdîtinan li gel şepêlên siyasî yên nûnertiya pêkhatên gelê sûrî dikin lidar xistiye berçav kirin, û got ku têde tekezî li ser redkirina şanoya hilbjartinan ji tevaya aliyan ve hate kirin.
Û amadebûyan rewşa meydanî û ewlehî li deverên rizgarkirî gengeşe kirin, û rapora Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê derbarê rewşa mirovahî li kampên bakurê Sûriyê berçav kirin.
Û amadebûyan behsa rapora Desteya Danûstandinê ya Sûrî derbarê civîna xwe ya hefteya bûrî kirin, yaku têde giringî dane ser rêvebirina karê Komîteya Destûrî ya Sûrî û jikarêxistina wê ji aliyê rijêmê ve, her weha gengaziya lidarketina gera şeşemîn.
Û rapora desteyê tekezî li ser vegera bo cîbicîkirina biryara 2254 bi tevaya xalên wê li gor rêza ku di biryarê de hatiye kirin, û ku divê destpêk bi avakirina Desteya Hikumdariya Veguhêz be, û di dû re jîngeheke ewle û bêalî bête avakirin, û dariştina destûrekî nû were kirin, û li ser wê bingehê hilbijartinin azad û pak bi serpereştiya Netewên Yekbûyî lidar bikevin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî