Tîmekî ji Hevbendiya Niştimanî, serdana hejmarek ji komeleyên xêrxwazî û dezgehên mirovahî û malên sêwiyan li bakurê Sûriyê bi helkefta nêzîkbûna Cejna Remezanê kir.
Endamên desteya giştî: Ehmed Şihadî, Cewad Ebû Heteb, Mihemed Elsalih û Es’ed Alêto di serdanê de beşdar bûn. Serdan li bajarê Izazê bo mala sêwiyan ya nû ya taybet bi jinan e, her weha bo Komeleya Almuhsinîn ya li bajêr bû, û karê komeleyê ya ku alîkariya 1700 malbatên koçber li deverê dike şopandin.
Û endamên Hevbendiyê li karên wan dezgehan nerîn, û kar û pirojeyên wan ên pêk anînîn, û xizmetên tên pêşkêşkirin û beşên civakê yên sûdê jê werdigirin di bin çavan re derbas kirin, û diyariyin sembolîk dan zarokan, û karê mala sêwiyan wek gavaekê bo dabînkirina mezintirîn hejmar ji sêwiyan li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî, şaopandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî