Şandekê ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî serdana kampa Elbil li bajarê Ezazê yê girêdayî gundewarê Helebê kir, daku rewşa xizmetkarî di kampê de temaşe bike, û jiyana xelkên di kampê de ji nêz de bişopîne, û şandê komcivînek bo axaftina li ser dawîtirîn pêşketinên siyasî lidar xist.
Û Şanda Hevbendiyê ji Endamê Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Endamên Desteya Giştî Ehmed Elşihadî, Ehmed Bekora, Cewad Ebo Heteb, Necîb Rehmon û Zekeriya Melahifcî pêk dihat.
Û Şand bi xelkê kampê re beşdarî danê fitarî bû, û rûniştineke diyalogî lidarxist, têde bêhtir ji 70 kesî ji xelkên kampê amade bûn, û di rûniştinê de li ser pirosesa siyasî axivîn.
Û di dema serdanê de zarokên kampê bi dengê bilind rûxandina rijêmê xwestin, û daxwaza vegerê bo deverên ku jê bi kotekî hatine koçberkirin kirin, û xelkên kampê hilbijartinên pêkenokî yên ku rijêm dixwaze lidar bixe red kirin, û dîtin ku ti nirxê hilbijartinên ku tawanbarê cengê Beşar Esed têde beşdar be û bi siponseriya amûrên ewlekariyê be nîne.
Û şandê pesna pirosesa hînkirinê di kampê de da, û dîtin ku xelkê kampê guh didin hînkirinê, ew jî di riya rêxistinkirina endamin ji kampê di warê hînkirinê de, û dabeşkirina wan li gor cureyê fêrkirin û şêweyên hînkirinê, ji ber ku hejmareke mezin ji kesên pispor di kampê de dijîn.
Û xelkê kampê pêşwaziya Şanda Hevbendiya Nitimanî kir, û daxwaza lidarxistina hevdîtin û komcivînên bi awayekî domdar li ser pêşketinên rewşa girêdayî doseya Sûriyê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev serdan di nav hejmarek ji çalakiyên ku Hevbendiya Niştimanê di hefteya dawîn ji heyva remezanê li deverên rizgarkirî pê radibe tê, bi armanca xurtkirina pêwendiyan li gel nişteciyên kampan bo şopandina rewşa wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî