Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanê ya Sûrî bi boneya cejna remezanê pîrozbahiyên germ aresteyê glê sûrî û umeta îslamî dike, û hêvî dike ku xwedê kiryarên wan yên çak bipejrîne, û bi xêr û bereket her sal li tevaya xelkê vegerîne, û li ser welatê me Sûriyê bi azadî û aramî û ewlehî û rizgarbûna ji zordaran vegerîne.
Em di vê cejnê de bi sed hezaran girtî yên di zîndan û girtîgehên rijêmê de bibîr tînin, yên ku ji xelk û xizmên xwe dûr, û rastî pîstirîn şêweyên îşkencekirinê tên, û di heman demê de em melyonên sûrî yên derbider û koçber bibîr tînin, yên ku bi dirêjiya salan di rewşeke bobelatî de di kampên derbideriyê û penaberiyê de dûrî bajar û gundên xwe dijîn, her weha xelk û birayên me yên li deverên di bin kontirola rijêmê de, yên ku di zîndaneke mezin de dijîn, û derdeseriyên stemkariyê dikşînin, li deverên ku kêmtirîn pêdviyên jiyanê têde nayên dîtin.
tirajîdiyên berdewam tekez dikin ku cejna sûriyê ya rasteqîn ew e roja ku ji rijêma tawanbar rizgar bibe, rijêma ku talan û kuştin û milîsên terorîstî rakêşî welêt kirin.
Gewrebûna şoreşa sûriyê di berfirehiya wê de ye, û di hêvî û armancên wê de ye, û di derbaskirina tevaya ramanên dabeşkirinê de ye, û ji rîçalên wê yên ku qurbaniyên bi melyonên sûrî hatiye avdan, û di giringîdana xema niştimanî giştî de ye, û pabendiya xwe bi giyanê hemwelatîbûnê û ji xebata bo welatê ku rêzê li cûrbecûriya çanda sûrî bigre tê, bo ku wê biparêze û veguhêze nifşên pêşerojê.
Sûriyê a hemû welatiyên wê ye, û ew hisedarin di vê welatî de, lewra em rijdin ku xebat bo parastina mafên pişikdarên me di vê welatî de ew bi tenê misogeriya rasteqîn e û parastina mafan têde ye.
Li pêşiya gelê sûrîyê îro derfetek heye ji bo ku giyanê bajar û bajarok û gundên sûrî tijî xwepêşandan kirine vegerîne, di riya nûjenkirina tevgera şoreşgerî ya sûrî li tevaya deverên sûriyê, nemaze li deverên rizgarkirî, û divê xwepêşandanên rojên înê vegerin, û divê ew xwepêşandan berdewam bikin, daku cîhan tev xwastek û hêviyên azadî û serxwebûnê bibhîzê.
Em îro rûbirûyî pirojeyek xapînok in, yaku dixwaze rijêmê biserbixe, û vê pirojeya bo rizgarkirina rijêmê tê, piştî ku rêbaza leşkerî di mirandina şoreşê de biser neketiye, û piştî ku ew gihîşte rêyeke pêşî girtî.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji çi pêngavin nû berve nêzîkbûne ji rijêmê dide, û em tekez dikin ku vê pêngavên han piştgireyeke aşkere ye ji tawanbaran re, û binpêkirine ji yasaya navdewletî û biryarên navdewletî re, û dighêje asta ku hisedarin li gel rijêmê di hemû tawanan de, û em bibîra tevaya tînin ku berjewendiya rasteqîn ya gelan û dewletan bi carekê di riya hevkarî û hevpeymanî û hevrêziya li gel tawanbar û kujeran re pêk nayê, û ne jî di riya yên kumelkujî û binpêkirin çêkirine re pêk tê.
Di heman warî de vîna gelê sûrî şanoya ku rijêm pilanê jêre dike daku ldar bixe red dike, û em tekez dikin ku bijardeya yekta û ya pejrandî ew e bijardeya ku dê li ser bingeha hilbijartinên li gor biryara 2254an be, yaku divê cihê tawanbarên cengê û kujeran û di serî de tawanbar Beşar Esed têde tune be.
Vê şanoya hilbijartinê tevî pêkenokiya wê binpêkirineke nû ye dermafê gelê sûrî, ji vê pîstir tune ye ku tu mirovê mal hatiye wêrankirin û zeviyên wî jê hatine standin û kurên wî hatine kuştin û koçberkirin ku di bin gefê û tirsa li ser xwediyên xwe û tirsa ku were girtin an ji tirsa ketina zîndanên amûrên ewlehiyê bêle ku dêng bide te.
Em rawestandina gelê sûrî li kêlek birayên me li Filestîna dagîrkirî tekez dikin, û em cextiyê li ser pêwîstiya tevgereke cîhanî cidî bo rawestandina dijminkariya li ser mizgefta Eleqsa ya pîroz û li ser tevaya bajarên Filestînê nemaze Qudis û Gezê dikin, û hêvî dikin ku siyasetên dagîrker dermafê filestîniyan bidawî bibe, û em tekeziyê li ser mafên rewa yên gelê filestînî li ser xak xwe û di avakirina dewleta xwe ya serbixwe û paytexta wê Qudis be yaku dê bimêne xakeke Erebî û Filestînî dikn.
Silav li dayîkên pakrewanan û li lawên wan û girtî û xelkên wan
Silav bo tevaya şervanên sûriyê û hêzên şoreş û saziyên wê
Cejna we pîroz be û bi hêviya ku li welatê me û li miletê me bi serkeftin û azadiyê vegere
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
12 gulan 2021