Şandekê ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî serdana bajarê Babê û encûmena xwecihî ya bajarê Cerablusê kir, daku rewşa xelkê ji nêz de bişopîne, û li xizmetkariyên têne pêşkêşkirin û pêdviyên wan ên jiyaneyê temaşe bike.
Û Şanda Hevbendiyê ji Endamê Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Endamên Desteya Giştî Mihemed Elsalih, Es’ed Elîto, Ehmed Elşihadî, Atêf Zirêq, Ehmed Bekora, Zekeriya Melahifcî û Ehmed Dilwan pêk dihat.
Û Şanda Hevbendiyê li gel encûmena xwecihî ya bajarê Cerablusê mijara xizmetkariyên ji xelkê re têne pêşkêşkirin û rêyên pêşxistina wê gengeşe kir, her weha dawîtirîn pêşhatên siyasî û rewşa civakî û aborî berçav kirin.
Û Şanda Hevbendiyê serdana Komîteya Koran li bajêr kir, û bi yên rêvebiriya komîteyê dikin re dosya Koran û rewşa tenduristî û civakî di navendê de gengeşe kir, û li xwastek û pêdviyên wan guhdarî kir.
Û komîteyê xwşhaliya xwe bi serdana şandê anî ziman, û nerîn û pirsên xwe gihandin Şanda Hevbendiyê, û ciwanên nikarin bi çavên xwe bibênin tekezî li ser vîna xwe ya beşdariya di jiyana giştî û saziyên siyasî de kirin, û gotin ku ew amade ne pisporî û şiyan û şarezaya xwe têxin xizmeta doza sûrî li ser bingeha wekhevî û rêzdariyê.
Û Şanda Hevbendiyê tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina hînkirina taybet bi vî beşî ji civakê û guhdana pêdviyên wan ên çandî û ramanî kir, her weha girîngiya ku ew bi awayekî mezin tevlî civakê bibin.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî, li hêz û vîna bilind li bal xelkê bajêr û miqatebûna wan bi hînkirinê û çanda wan ya siyasî ya bilind ji nêz de temaşe kir.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî, serdana yekîneya xizmetkariyê ya encûmena xwecihî ya bajarê Babê kir, û bi rêvebirê yekîneya civakî mamoste Ehmed Elşihabî re civiya, û pêre li ser rewşa xizmetkariyên civakî yên ku ji aliyê rêvebiriyê ve bo xelkên me li deverê têne pêşkêşkirin axivî, û şandê bi girûpek ji koran re di avahiya rêvebiriya xizmetkariyên civakî de civiya.
Û ev serdana bo herdû bajarên Cerablus û Babê di nav gera ku Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî pê radibe tê, bi armanca xurtkirina pêwendiyan li gel xelkê me li cûrbecûr deverên rizgarkirî, daku rewşa saziyan û xelkê deverê bişopîne û li daxwazên wan guhdarî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî