Şandekê ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî sardana gundê Mîrkan li navçeya Mabeta ya gundewarê bajarê Efrînê yê bakurê Helebê kir, û têde bi xelkê me re li wir civiya, û sardana hejmarek ji komeleyên sêwiyan û rûsipiyên bajarok û encûmena xwecihî û rêvebiriya weqfê li bajarok kir.
Û şanda Hevbendiyê ji Endamê Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Endamên Desteya Giştî Ehmed Elşihadî, D. Cewad Ebû Heteb, Necîb Rehmon, Ehmed Bekora, Zekeriya Melahifcî, Atif Zirêq, Hakim Elşayiş pêk dihat, û endamin ji Kombenda Kurdên Serbixwe beşdarî kirin.
Û rêvebirê perwerdehî û fêrkirinê li devera Efrînê û serokê encûmena navçeya Mabeta mamoste Mihemed Elhesen û muftiyê bajarê Efrînê şêx Selah Kiro û endamê Kombenda Kurdên Serbixwe mamoste Azad Osman amade bûn.
Û şandê bi cejna remezanê pîrozbahiya xelkê me li deverê kir, û Endamên Hevbendiyê li ser pêşketinên siyasî axivîn, û xebat û çalakiyên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe berçav kirin, û rêvebirê perwerdeya Efrînê û muftiyê bajarê Efrînê li ser mafên mirovan axivîn, û gotin ku tevaya zarok di dibstanan de hatin vehewandin, û sêwî di dezgehên taybet de hatin dabînkirin.
Û xelk û rûsipiyên gund pêşwaziya Şandê Hevbendiyê kirin, û li ser rewşa aborî û civakî li deverên rizgarkirî û rêyên geşepêdanê têde axivîn, û dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û ev serdan di nav gera ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî bo encûmenên xwecihî û komîteyên xêrxwaziyê yên çalak pê radibe tê, bi armanca xurtkirina pêwendiyan li gel gelê me li deverê, daku rewşa wan ji nêz de bibînin û guhdarî pêdviyên wan bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî