Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Çalakvan û sivîlên gundewarê Qinêtirê, li bajarokê Um Batine, ji çend hefteyan de rastî operasyoneke dorpêçkirin û gefa serdegirtin û kuştin û armanckirina rasterast tên, û di encamê de 30 malbat ji gund bo bakurê Sûrîyê yê azad hatin koçberkirin, û ev tawaneke nû ye ku rijêma tawanbar bi beşdariya dagîrkerê rûsî pê radibe.
Tevî siyaseta serkutkirin û kuştin û dorpêçkirinê yaku rijêm hobûye ku bi dirêjiya deh salên bûrî pêk bîne, sûrî li tevaya deverên sûriyê tekeziya xwe nû dikin, li ser ku ew desthilata rijêmê napejirînin, û sûrî di her derfet û her boneyekê de derbirîna wê retkirinê bi riya alavên li ba wan diyar dikin.
Dozên girêdayî mafên mirovan yên sereke û nemaze tawanên koçberkirinê divê li ser asta navdewletî cihê guhdana rasteqîn be, û ji civaka navdewletê tê xwestin ku yekser desttêwerdanê di vê doze de bike, û kar li ser misogerkirina mafên sivîlan û mana wan di xaniyên wan de bêyî ku destdirêjî li çi mafî ji mafên wan bibin bike.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ku civaka navdewletî barê berpisyariyê derbarê berdewamiya siyaseta koçberkirina kotekî dermafê sivîlan hildigre, û cext dike ku koçberkirina dermafê sivîlan çêdibe binpêkirin e ji yasaya navdewletî re, û tawanek dijî mirovahiyê ye, û stûxwarkirin li pêşiya pêlanên rijêmê û bêbersivmana hember siyasetên wê yên tawankarî, digihên asta pişikdariyê di pêkanîna wan tawanan de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
20 gulan 2021