Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ev bêdengî ji civaka navdewletî û nemaze girûpa hevalbendên gelê Sûriyê der barê dijminkariya Rûsiya nema tê pejirandin , ku di vê qonaxa gerek ya rêxweşkirinê be ji danustandinên çareseriya siyasî re, lê dijî wê çareseriyê dijminkariya Rûsiya pirtir dibe û hejmara qurbaniyan bilintir dibe, ku ji encama êrîşên wê yên asîmanî yên hovane li ser bajar û gundên Sûriyê di sê heyvên bûrî de 1730 kes şehîd ketine, di nav wan de 135 zarok û 115 jin hebûn, û ruxandina 29 nexweşxane û navendên pizîşkî û bidehan ji dibistan û perestgeh û saziyên jêrxaneyê.
Rûsiya di armanckirina sivîlan de bi her coreyên çekan li gor siyaseteke terorîstî ya rêbazkirî her wekî rijêma esed ji sala 2011 ve dike berdewam e, ku îro Şemiyê 43 sivîl şehîd ketin û 100 ên din birîndar bûn, ji encama arastekirina mûşekên valahiyê ji firokên Rûsî dijî bazargeheke gelêrî û navendeke dadgehkirinê li bajarê Me’eret Elnu’iman li gundewarê Idlibê.
Hevbendiya niştimanî tevaya berpirsiyariya siyasî û yasayî û exlaqî, ya van qurbaniyên ji encama dijminkariya Rûsiya dikevin , dixwe ser milê Rûsiya Yekbûyî, her weha Neteweyên Yekbûyî dide ber pirsiyariyên wê der barê binpêkirina Rûsiya ya berdewam ji yasaya navdewletî û zagonên mafê mirovan re, û ev kar nakok e bi endamtiya wê re di Encumana Ewlehiyê de û dengdana wê ya bi biryara 2254 re.
Divê cîhan tev zanibe ku karên desthilata Rûsiya yên dijminkarî yên piştgir ji rijêma Esed re, piştgiriyek rasterast e ji hêzên terorist re, nemaze ku ew jî heman rêbaza rijêmê di armanckirina sivîlan de dişopîne, û astengiyan di riya pirosesa danustandinan de datîne, pirosesa ku ticarî nikare pêk were di nava vê tibaba mezin ji tawankarî û terostiyê de.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
9 Çilê Paşî/Yenayer 2016