Ji ber rewşa seqayê ya dijwar ku bi ser bajarê Efrînê de hatiye, komeleyên xêrxwaziyê hawil didin alîkariya penaber û zarokên sêwî bikin.
komela El′etaa û ya Berekê bi hevkariya desteya Zekat, cilên zivistanê li ser zarokên sêwî û penaberan belav kirin.
Hejmara malbatên ku alîkariya vê hilmetê gihişte wan giha 400 malbatî, ku berê navên wan li cem komelê hatibûn tomarkirin.
Hêjayî gotinê ye ku herêma Efrînê zêdeyî 200 hezar penaberî ji parêzgehên Heleb, Idlib, Hema û Humsê hembêz dike, tevaya wan ji ber bumbebarankirinê û şer mişxtî Efrînê bûne.
Jêder: Hevbendî