Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li ber çavê Hevpeymaniya Navdewletî Firokên rêjîmê rê li pêşiya derbasbûna çeteyên DAIŞê xweş dikin bi rêka topbarankirina taxên nişteciyan û armanckirina sivîlan bi bermîlên teqîner.
Ku ketwarê li Heleb û gundewarê wê bi aşkerahî dide xuya kirin ku firokên Esed di beyaniya îro de berdewamî da êrîşên xwe bi avêtina bermîlan li ser çendîn navçeyên Helebê û li ser bajarê Til Rifet û li ser gundewarê Idlibê jî ku ji encamê û ligor amarên destpêkî ev êrîş bûne sedema şehîdbûna nêzîkî 40 kesî ku piraniya wan jin û zarok in û herwiha bi dehên birîndaran.
Piştî şikestin û revên berdewam yên hêzên rêjîmê ji eniyên şer, niha DAIŞê bikar tîne û berê wê dide şer û pevçûnan li dijî şoreşgeran bi piştgirî û piştevaniya esmanî, û ev çende astekî nû ji hemahengiyê û bercewendiyên terorî yên hevbeş di navbera herdu aliyan de diyar dike, bê ku hîç helwîstekî Hevpeymaniyê li hember hebe, û ev dibe cihê goman û sersomaniyê.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
03 Gulan 2015