Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê yê Desthilata Sûriyê ya demkî Imad Berq, ji bajarê Helebê bangek hawarhatinê da ji Rêkxistinên Yûnîsêv û Otşa û Yonisko ji bo pişgiriya Karta Hînkirinê û parastina zarokên Sûriyê ji windabûn û tawankarî û tiroristiyê. Û doz li Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir da qedexekirina asmanî pêk bînin ji bo dezgehên hînkirinê ji bombebarandina Firokên cengê yên Esed biparêzin.
Berq tekez kir ko pişgiriya Hînkirinê û rizgarkirina zarokên Sûriyê erkekî mirovî ye bi çi nakokiyên siyasî ve negirêdayî ye, û çi behaneya kesekê ku alîkariyê nede nîn e.
Berq diyar kir ko piştgirî nagihê xaka rizgarkirî ya ko du milyon û nîv zarok tê de hene, tev wisa jî Wezareta Perwerdeyê bi berdewamiya hînkirinê tevli karînên lawaz û rewşa çetin biser ket.
Berq destnîşan kir ko Wezareta Perwerde û hînkirinê gelek caran doz li civaka navdewletî kir ji bo zarokan biparêzin û raportên navnetewî li bîra wan anîn û bi taybetî raporta nehan ya Desteya Navdewletî ya serbixwe bi taybetî ya Sûriyî Sibata 2015an û tekezkirina wê ko zarok li Dibistanan têne amanckirin û bi raportên Rêkxistinên Navdewletî yên derbarê kuştarên ko li Dibistanan çê bûne.
Diyar kir ko 4000 Dibistan bi temamî an parek ji wan wêran bûne û bêtir ji 500 Dibistanan bûne niştegehên Derbideran û du milyon û nîv zarok li Herêmên rizgarkirî bêxwendin mane û heştsedhar zarok li welatên derdor ber bi windabûnê ve diçin.
Her wiha diyar kir ko Wezareta Perwerdeyê ya desthilata demkî bi karînên xwe dikarîbû hinekî barê wan sivik bike. Baş bizav kir, hin projeyên mezin di biwarê pertûkan û ezmûne û rêkxistina birêveberî û ji bo hinek mamostayan hin xelat dan û dest bi projeyê Peymangehan li Sûriyê kir.
Agahî da ko berdewamiya perwerdeyê li Sûriyê pereyên pir dixwaze û tiştê ji bo projeyên Perwerde û Hînkirinê hatine pêşkêş kirin pir kêm e, û li himber pêdiviyan ne ti tişte.
Xweşhaliya xwe bi rola Siûdiyê, Tirkiyê û Qeterê da, û got lê wezaret nuha gihaye asta pirî kêm ji alîkariyê. Gelek piroje rawestiyan û hindik maye ko Birêveberiya me jî ji kar biraweste. Me belgehek derêxist tê de diyar kir qebareya mezin ji pêdiviyan, hevalên gelê Sûriyê wê dizanin.
Wezîr tekez kir ko parasrina zarokan li herêmên rizgarkirî û berdewamiya xwendina wan erkê Rêkxistin û Civaka Navdewletî ye.
Hêvî kir ko ev bang li wijdanê hevalên gelê Sûriyê bixe û li wijdanê mirovî û sînga cihên biryarê bide.
Jêder: Hevbendî