Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Esed bizavê dike da di rêya pasport û belgeyan re astengiyan li pêş Hevrikên xwe derxe. Ev bû demek tiştina ji derveyî yasayê dike wek numreyên pasportên Opozisyonê li cihan belav dike, bi behaneya ko ew li Sûriyê têne xwestin, bi tawanin vala û bê bingeh an jî di rêya navgînên xwe re li dewletên koçberiyê pasportên nedurist ji kesên li bal wî têne xwestin re derdixe bi mebesta tevgera wan asteng bike.
Ev awa binpêkirina yasaya navdewletî ye, çimkî ev bikaranîn ji rêbaz û yasayê re neyasayî û nerewa ye. û nebaşiyek e derheqê Deste û Dezgehên navdewletî. Ew jî cûreyek ji tiroristiyê tête hesibandin da fişarê bide ser Sûriyan yên koçber bûne û rê li ber wan bigire. Tevli kawikiya evan karan ji aliyê Rêjîmê ve, lê ew têkçûn û nekarîna wî ji birêveberiya welat re dide xuyakirin.
Hêlana Rêjîmê û berdewamiya wê ko çarenivîsa Sûriyê û Herêmê kontrol bike, berê û nuha jî ew li Herêmê jêderê şer e û ji bobelatên bêdawî re dergehek e. Rêka çareseriyê ji rûxandina Rêjîmê dest pê dike, da armancên ko Sûrî ji bo wan derketine misoger bibin. Heta ewê hingê gerek Civaka Navdewletî bizavê bike da çareseriyekê ji qeyrana xelkên Sûriyê re yên koçber bûne bibîne, çimkî pêdiviya wan bi belgeh û nuhkirina pasportan heye.
Ew jî divê di riya kartêkirina rastîn ji nûneritiya Hevbendiya Niştimanî di Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî de çê bibe. Çimkî ewê danpêdana 114 Dewletan bidest xistiye. Wek nûnera rewa ya miletê Sûriyê bi şêweyekî ko karibe kaxetên fermî ji Sûriyan re derxîne û rêbendên ko Esed di rûyê wan de çê kirine têk bibe û qeyrana wan çareser bike.
Nexem Elxadirî
Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê
1.Nisan.2015