Hêj girtina Xortên Kurd bi mebesta leşkeriya Kotekî ji aliyê Asayişa Partiya Yekîtiya Dîmuqrat ve li hemû hêlên parêzgeha Hesekê ji dawiya meha Adara buhirî û heta nuha berdewam e.
Faris Xelîl çalakvanekî siyasî ye ji bajarê Qamişlo da xuyakirin ko Asayişa PYD bi behaneya leşkeriya kotekî xortan li ser rêbendan û li navenda bajêr digire û wan ber bi Navendên xwe yên leşkerî ve dibe.
Xelîl da xuyakirin ko leşkeriya kotekî bûye sedema valakirina herêma kurdî ji xortan û ev kirde xizmeta miletê Kurd nake.
Amir Silêman “li bajarê Hesekê Parêzer e” dibêje girtina xortan ji aliyê PYD ve ne rewa ye, çimkî ew bi navê Xweseriya dîmuqratîk wan digirin ya ko ne di rêya hilbijartinan re hatiye damezirandin. Ji ber evê jî çi yasa û fermanên wan ne rewa ne. Silêman destnîşan kir ko tev li nerewaya biryarên wan jî lê PYD rêzê li yasayên xwe jî nagire, çimkî ji malekê bêtirî xortekî digirin bi behaneya leşkeriya kotekî, tevlî ku yasaya wan bi xwe derxistiye dibêje ko her malek divê yek ji bo leşkeriya kotekî biçe.
Hêjayî gotinê ye piraniya malbatan hewl didin ko zarokên xwe bi sedema leşkeriya koyekî ya ji xweseriya dîmuqratîk derketiye ber bi derveyî welat ve bişînin.
Jêder : Hevbendî