Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûriyê
11.10.2014
Muxeyyem Elyermûk di rewşeke pir aloz de ye ji ber dorpêçkirina ku ji sal û nîvekê ve berdewm e, ji bil çend caran ko çendek ji sivîlan bi lihevkirinê derketin, ew jî bi alîkariya Dezgeha Xos ya Penaberên Filestînî, û îro bû 32 roj Muxeyyem bê ava vexwarinê ye.
Navendên Bijîşkî gelek pêdiviyên çareseriyê û derman ji wan kêm in, ji ber evê hindê jî gelek Birîndaran ji xelkên Muxeyyem rewşa wan ya tenduristî xerab bûye, bi sedema belavbûna nexweşiya “Zerikê”.
Em di Hevbendiya Niştimanî doza cîbecîkirina biryara Encûmena Asayişa Navnetewî ya hejmar 2165an dikin, ya ko dihêle Karwanê alîkariyên mirovî û hawarçûnê û yên bijîşkî bê erêkirina Rêjîmê derbasî xaka Sûriyê bibin.
Jêder : Hevbendî