Di roja duyem de ji civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya doh êvarî çê bû û wê sibe bidawî bibe, Endamên Emîndariya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî peywendiya yasayî û ya rêkxistinî di navbera Hevbendiya Niştimanî û Desthilata Sûrî ya Demkî de ya ko destê Hevbendiyê yê cîbicîkirinê ye gotûbêj kirin
Dosya Desthilatê û hilbijartina serokekî jê re li ser maseya gengeşeya Desteya Giştî ya pêşdetirîn bû, ew jî piştî ko Desteya Siyasî erêkirina xwe da li ser lîsteya berbijêran yên ko ji bo serokatiyê xwe dane pêş û ji 50 navî 13 hatin bijartin.
Ew jî ev in, Serokê Desthilata birêvebirina kar Ehmed Tu’ima, û cîgirê wî Iyad Qudsî, û Serokê Desthilatê yê berê Xesan Hîto, û Mihemed Yasîn Necar, û Welîd Elzu’ibî, û Mihemed Rehal, û Sefai Zerzûr, û Lemya Nehas, û Elî Bedran, û Sîba Hekîm, û Ebdulrehman Didim, û Ebdo Husameddîn, û Hanî Xebaz.