Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hêjî bêdengî û xemsariya Civaka Navdewletî derbarê standina rêşûnên karîger û vebir, wek ronahiyek kesk dide Esed û Mîlêşeyên terorîst yên pêve girêdayî bo berdewamiyê bidin kuştina jin û zarokên Sûriyan, ku piştî çend rojan ji pêkanîna komelkujiya di derheqê Sivîlên bajarê Dûma de, careka din mîlêşiyên rêjîmê bi encamdana komelkujiyek din rabûn bi êrîşên esmanî bi firokên cengê û mûşekên arastekirî li ser avahiyên akincîdar ku bû sedema kuştina bêhtir ji 50 kesên sivîl piraniya wan jin û zarok bûn.
Esed tawankariyek kirêt peyrew dike û bi pilaneke eşkere dirabe bo koçbarkirina welatiyan di çarçoveyê pirojeyekî berfereh de yê dagîrkariya Îranê, bi armanca valekirina kembera Şama paytext ji bo pêkanîna pirojeyê “Sûriya Mifadar” ya ku tête dîtin wek yekemîn pêngav bo dabeşkirina welat û destdanîna Îrana regezperest li ser deverin destnîşankirî ji sûriyê.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî doza parastina Gelê Sûriyê ji Civaka Navdewletî û herwiha ji Encûmena Ewlekariyê dike, hevdem hişyariyê dide derbarê vê bêdengiyê li ser tawanên rêjîma Esed û li hember pilangeriyên Îrana dagîrker, ku ev yek pirosesa siyasî lawaz dike û bi xwe li zengilê metirsiyê dide li ser berferehbûn û belavbûna terorê, ku wê sînorê Sûriyê derbas bike heta sînorên dewletên cîran û deverê bi tevayî, ku îro Esed netenê terora dewletê bikar tîne, herwiha ew rêberî û serkêşiya girûpên terorîst jî dike, bi armanca belavkirin û zalkirina terorê li ser dewletên cîran.
Li hember vê yekê pêwîst e pêdiviyên biryara Encûmena Ewlekariyê 2139 bêne cêbicêkirin ku bikaranîna bermîlên teqîner û çekên qirkirinê qedexe dike, û navçeyên akincîdar diparêze û herwiha têkestiyê li ser destpêkirina karekî rasterast û cidî bi zûtirîn dem dike ji bona rakirina dorpêça mîlêşiyên Îranê û çeteyên Bişar ji ser sercem navçeyên dorpêçkirî, herwiha derbaskirina alîkariyên mirovî bo sercem welatiyan, tevî dirustkirina navçeyên tenah ku bibin penageh bo sivîlên ji tirsa tawan û zordariya Esed direvin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
22 Tebax 2015