Bi amadebûna tevaya endaman Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd civata xwe îro Şemiyê 22 Tebaxê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Mijara sereke ku li ser hat rawestandin serdana desteya serokatiya ENKS ji herêma Kurdistana Iraqê re bû û civata wê li gel Mesûd Barzanî serokê herêmê li gor ku Mihemed Ismaîl endamê Emîndariya Giştî ji malpera mere diyar kir.
Ismaîl got “Tiştê balkêş di civata ENKS bi serokê herêmê re ew bû tekeziya wî li ser ku pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê hatine perwerdedan rahênankirin ji bo bervaniyê di ber xaka xwe de bikin.
Her wiha Ismaîl nîşan da ku civata wan hin mijarên din gengeşe kirin mîna civata desteya serokatiya ENKS bi Komîta Têkiliyên Derve re û Xwecihiya Kobanê li bajarê Orfa.
Jêder :Hevbendî