Di dema dawî de li ser Sînorê navbera Efrîn û Tirkiyê gelek bûyer rû dan, mîna gullebarandina bi rengekî arastekirî ji hêla cendirmeyan ve ji xelkên sivîl re yên ku bi qaçaxî sînor derbas dikin.
Di vê heftiyê de artêşa Tirkî ciwanek ji gundê Mamolo yê bi ser navçeya Raco ve ku hewl dida derbasî Tirkiyê bibe eşkence kirin ta jiyana xwe ji dest da.
ji hêla xwe ve rêveberiya xweser ya bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat ve derketina welatiyan qedexe kiriye ji bilî kesên xwedî pêdiviyên taybet, weke nexweşiyê ewjî piştî wergirtina destûrê ji wan lê kesên ji deverên din baceyê didin û tên derbaskirin .
tê zanîn ku ti rê ji çûn û hatina welatiyan re ji bo Tirkiyê tune ne ji ber girtina dergehên sînorî yên fermî li Ezazê û Bab Elhewa her wiha ragihandina bajarê Kilisê ji hêla Tirkan ve wek devereke leşkerî.
Jêder: Hevbendî