Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi dilekî xembar, me nûçeya şehadeta hevkarê me yê rojnamevanê wênekêş Xalid Îsa bihîst, ji encama birîndarbûna wî di teqînekê de, ku ew û çalakvan Hadî Al-Abdella kiribûn armanc.
Ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî, sersaxiyê ji malbata hevkarê xwe yê rojnamevan re dixwaze, Xalid yê ku şopeke rojnamevanî li pey xwe hişt ku tê de tewanên rêjîma Esed der heqê gelê Sûriyê de dîkoment kirine, û beşdarî di veguhestina rastiyê û pêşkêşkirina wê ji cîhanê re kir.
Herdû hevkar rastî gelek dijwariyan bûn, di salên Şoreşê de gelek caran birîndar bûn, lê wan astengiyan nikarîbûn wan ji rêça ku helbijartibûn vekişînin, û dest ji piransîbên Şoreşê û hêvî û armancên gelê Sûriyê bernedan.
Wê têkoşîna me ya ji bo azadiyê berdewam be, û tewankarên destên wan bi xwîna Sûriyan bûne wê bêne dadgehkirin.
Dilovaniya xweda ji Şehî re,
Azadî ji Sûriyê re.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
25 hezîrana 2016