Hevbendiya Niştimanî Ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, şehadeta rojnamevanê qehreman Xalid Al-Îsa, roja înê êvarî, li yek ji nexweşxaneyên Tirkiyê, piştî birîndarbûna wî bi çalakvanê ragihandinê Hadî Al-Abdela re di hewildaneke xedrê bo kuştina wan de li Helebê ragihand.
Û Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendia Niştimanî, sersaxiya malbat û hevalên şehîd Xalid kir, û rolên wî yên qehremaniyê di şoreşa Sûriyê de û beşdariya wî têde her ji destpêkê de di bîr anîn, û gotin ku wî şopeke rojnamevanî li pey xwe hişt, tê de tewanên rêjîma Esed der heqê gelê Sûriyê de dîkoment kirine, û beşdarî di veguhestina rastiyê û pêşkêşkirina wê ji cîhanê re kir.
Rahênerê wênekêş “Xalid Îsa” yê 24 salî, ji dayikbûyên Kefrunbul ya li gundewarê Idlibê ye, bi “Hadî Al-Abdela” re rastî hewildana kuştinê bi riya teqandina bombeyekê li pêşiya xaniyê niştecîbûna wan li Helebû li taxa Şe’ar di 17 heyva vê hezîranê de bibûn, û ber bi yek ji nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhestin.
Û daxuyaniya rojnamevanî bal kişand ser ku ” Al-Abdella” û “Al-Îsa”, rastî gelek astengiyan bûn û gelek caran birîndar bûn di salên Şoreşê de, lê wan astengiyan nikarîbûn wan ji rêça ku helbijartibûn vekişînin, û dest ji piransîbên Şoreşê û hêvî û armancên gelê Sûriyê bernedan, û hejmarek mezin ji komelkujiyên rêjîma Esed û dijminkariya Rûsî dîkoment kirin, û di 14 hezîranê de berî hewildana kuştina wan bi du rojan, di dema wan êrîşên asîmanî li Helebê wek rojnamevan dişopandin birîndar bibûn.
Û Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku” wê têkoşîna ji bo azadiyê berdewam be, û tewankarên destên wan bi xwîna Sûriyan bûne wê bêne dadgehkirin”.
Jêder: Hevbendî