Duhî roja înê êvarî, bidehan kes li Qamişlo derketin kolanan ji bo şermezarkirina kiryarên PYD’ê yên li hember rikaberên kurd.
Ev xwepêşandan li ser vexwendina ENKS’ê hat, û têde xwepêşanderan daxwaza “serbestberdana bilez ya hemû girtiyan ji zîndanên PYD’ê û herwiha rawestandina revandina siyasetmedarên kurd kirin”.
Herwiha xwepêşanderan daxwaza pûçkirina “zagonên PYD’ê yên nerewa kirin”, û ew bi”neheqî” binav kirin, û di pêşiyê de yasaya leşkeriya neçarî ya li dijî ciwanên kurdan û tevlîkirina wan di şerên vekirî de li dijî rêxistina “DAÎŞ”ê ya terorîst.
Ji aliyek din, berêz Hesen Salih, serkirdeyê partiya “Yekîtî” (yek ji partiyên ENKS’ê ye), gotinek li pêş xwepêşanderan pêşkêş kir û têde kiryarên PYD’ê pirotisto kirin, û diyar kir ku kar û kiryarên wê yên kirêt dikevin di xizmeta rêjîma Esed de ya dijminatiya gelê Sûriyê bi giştî dike.
Salih diyar kir ku milisên PYD’ê û demoqrasî pir ji hev dûrin, tevî ku ew dibêjin ku ew partiyek demokrasî ne, û tekez kir ku ENKS’ê “wê heta bi dawiyê tekoşîna xwe berdewam bike li dijî kiryarên PYD’ê”.
Hêjayê gotinê ye ku gelek siyasetmedarên kurd yên rikaber di navçeya dibin destê wê de li ser destê çekdarên wê li bakurê Sûriyê hatine girtin, û ji wan siyasetmedaran serkirdeyê partiya “Yekîtî”, Enwer Naso, û Ebdulrehman Apo, serkirdeyê PDK-S.
Jêder: Anadol