Cîgirê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, got ko tekeziya bixurtî ya Netewên Yekgirtî li ser cîbicîkirina plana Alîkariyên mirovî yên meha temûza dahatî bibal herêmên dorpêçkirî de, bi tekûzî û bêkêmbûn û bêmerc “gaveke giring e ji bo cîbecîkirina biryarên navdewletî.”
Nêrebiyê di daxuyaniyeke taybet de îro Şembiyê got: daxwaza Netewên Yekgirtî ko Esed planê cîbicî bike, nûneritiya durist ya biryara 2254 ye, ya ko tekez dike ku dosya mirovî bêmerc e, û danûstandin li ser nabin.
Netewên Yekbûyî di nûçeyekê de di malpera xwe ya fermî de doh înê got”Stîvan Obirayin Berdevkê Eemîndarê giştî yê karûbarê mirovî di belgeha xwe ya mehane li pêşberî Netewên Yekgirtî anî ziman ko plana meha temûzê ji bo rêjîmê hatiye pêşkêşkirin, û ew li ser giringiya erêkirina wê ya bêmerc sûr in”
Netewên Yekgirtî diyar kir ko pêdivîya planê bi gihandina alîkariyan bo milyonek kesên hewcedar li 35 herêmên dorpêçkirî, û herêmên ko gihaştina wan aloz e, û herêmên sînorî yên pêşinde heye.
Nêrebiyê diyar kir ko gihaştina alîkariyên mirovî, û rawestandina bombebarana Rûsî li ser Helebê bi çekên sotandinê, û rawetandina binpêkirinên rêjîma Esed, û berdana Girtiyan, wê alîkariyê di pêkanîna gereke nû ya danûstandinan di meha dahatî de li Cinêvê bikin.
Şandyarê taybet yê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora, di kongirekî rojnamevanî de pêncşembê, got ko derfetên çêbûna gereke din ji danûstandinên Cinêvê , girêdayî ye bi qebareya alîkariyên mirovî yên ku wê ji bo niştecihên dorpêçkirî li Sûriyê bigihên, û hem ji bi kêmtirkirina binpêkirinên peymana agirbestê (ya sist) wek ku bi nav kir.
Nêrebiyê piştgiriya xwe ji Desteya Bala ya danûstandinan re, di karûbarê wê yê sepereştiya çareserkirina siyasî diyar kir. û got: miletê me hêviyên mezin li ser gihaştina çareseriya siyasî datîne, ji bo derdê wî bidawî bike û amancên wî misoger bike.
Nêrebiyê tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, bi beşdarbûna alayên leşkerî û nûnerên Hevrêzkara Niştimanî û çendîn kesayetiyên niştimanperwer yên serbixwe, dê li ser soza xwe ya yektiyê bin û pê pabend bin, û wê bi hemû tiştan rabin, ji bo piştgiriya Şanda danûstandinan û hêsantirkirina karûbarên wan.
Jêder: Hêvbendî