Duhî li 24 /6/2016 an, li ser vexwendina nûnerayetiya ENKS’ê li Herêma Kurdistanê, bîranîna yekemîn salvegera komelkujiya Kobanê ya ku 600 kes têde hatin şehîdkirin û birîndarkirin û piraniya wan jin û zarok bûn, li hola Medya li Hewlêrê hat lidarxistin, bi amadebûna cemawerekî mezin ji penaberên kurdên Sûriyê û partiyên kurdistanî û kesayetiyên niştimanî yên serbixwe û rêxistinên civaka sivîl.
Di bîranînê de hejmarek peyv û gotar hatin pêşkêşkirin, û yek ji wan gotara nûnerayetiya ENKS’ê bû, ji aliyê birêz Newaf Reşîd ve hat xwendin, têde komelkujiya kobanê dijî xelkê me ya li ser destê rêxistina terorîst DAÎŞ hatî pêkanîn piştî rizgarkirina Kobanê şermezar kir, hevdem daxwaz lêkolîna vê komelkujiyê, wek yek ji dirindetirîn komelkujiyên li dijî mirovan ji komîteyên mafnas û yên mirovî kir.
Û gotarek bi navê kesukarên şehîdan hat pêşkêşkirin, tevî pêşkêşkirina belgefilmekî û şanoyekê li ser bûyera komelkujiyê, her weha pêşkêşkirina hin helbestan ji aliyê amadebûyan ve, di wan helbestan de kuştara Kobanê û binpêkirinên mafên mirovan hatin diyarkirin.
Jêder: Hevbendî