Li ser banga xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî, Îro şemiyê demjimêr 11 nîvro, xelkên bajêr li pêşya Ofîsa xwecihiyê kêlîkek bê deng sekînin, weke rêzgitin û bibîranîna salvegera komkujiya Kobanê, ya ku çekdarên DAIŞê têde 600 kes li nava bajêr û gundewarên wî kuştibûn, û piraniya wan zarok û jin û kal bûn.
Dr .Yaşar Elî endamê ENKS ji malpera me re got ku piştî seknê, şandeyeke xwecihiyê serdana goristana şehîdan kir.
jêder: Hevbendî