Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Mizgefta El-Îman û derdora wê li bajarokê Elqoriyê li gundewarê Dêrazorê, li sibeha roja şembiyê, ji aliyê firokên dagîrkeriya Rûsiya ve hat bombebarankirin, û herwiha heman cih bi mebest carek din ji aliyê heman firokan bi bombeyan hat bombebarankirin, piştî kombûna xelkê li cihê bûyerê ji bona raguhestina birîndaran û rakirina termên şehîdan, ku têde û ligor raportên destpêkê nêzîkî 70 kesî hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndarkirin.
Hevbendiya Niştimanî vê tawana kirêt bi tundî şermezar dike, ya pilankirî ji bona kuştina gelek sivîlan, bê xistina çi bandorê li ser rêxistina DAÎŞ a terorîst a bajarokê navhatî kontrol dike.
Terora Rûsiya bi hemahengî digel terora Esed berdewam e di armanckirina bi mebest û eşkere ji sivîlan re, û kuştina wan ji ber ku ew armancin hêsan in, di hewlên bidestxistîna “destkeftinan” ji çi coreyî bin ne xem e, piştî şikestina dagîrkariya Rûsiya di bidestxistina hîç destkeftekê her ji destpêka êrîşên xwe û heta îro, ji bilî kuştina sivîlan û wêrankirina xanî û nexweşxane û taxên nişteciyan bi ser serê xelkê wan de.
Ku berdewamiya Rûsiya li ser rijandin û erzankirina xwîna xelkê Sûriyê, dexmek reş e li eniya dezgehên civaka navdewletî, ya bi rêzgirtina mafên mirov û azadiyê bang dike, hevdem ew bêdeng dimîne li hember tawanekê bi vê qebara mezin.
Rehma xwedê li şehîdan be,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
26 cehzeran 2016