Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Ji deh salan de sûrî di dojeha cenga ku rijêma Esed û hevalbendên wê dijî gelê sûriyê yê ku daxwaza azadî û rûmetê kiriye pêktîne de dijî, rijêma ku hemû şêwe û tevaya cureyên çekan bo şikandin û bidawîkirina vê şoreşê bikar anîne, tevî çekên kîmawî û dorpêçkirin û birçîkirinê.
Îro sûriyên ku li deverên di bin kontirola rijêma Esed de di rewşeke aborî ya bobelatî de dijîn, yaku di serdema niha ji dîroka sûriyê de weha nebûye, û hêjî rûxanidina nirxê pereyên sûrî û çapkirina kaxezên darayî didome, li gel bilindkirina bihayê keresteyên sereke, her weha diyardeyên xizanî û birçîbûn û nexweşiyê û tunebûna tam ji xizmetkariyên bingehî re, û ev nîşaneke metirsîdar e ji ruxandineke giştî re ger hebûna vê rijêma ku dirav û jêderên welêt di cenga li dijî sûriyan de xerc dike, û anîna milîs û talankarên welêt, birdewam bike.
Birçîkirin û dorpêçkirin çekên sereke yên rijêmê ne, di nav siyaseta rêbazkirî ya birçîkirin û xizankirina sûriyan bi dirêjiya salên bûrî de, û rijêmê ew siyaset bi awayekî hovane bikar aniye, û cûrbecûr deverên wek Medaya û Elgota Elşerqiye û Taxin ji Bajarê Helebê û Humis û Deraa û Dêra Zorê gundewarên wê derdeseriyên wê siyasetê kişandin, û îro rijêm sûriyên li deverên di bin kontirola wê de dijîn dorpêç dike, dixwaze derdeseriyên wan weke kaxeseke fişarê li ser civaka navdewletî bikar bîne, daku ji nû de wê bi ser bixin û careke din bidin pêş.
Ti çare ji bobelatên sûriyan re tune ye, bêyî koçkirina vê rijêma tawanbar ya bûye sedema vê wêraniyê, û rawestana cenga wê ya hovane li ser sûriyê û xelkê wê, û veguhestina siyasî pêk were, û çi gotara piştgiriya rijêmê dike bi bihaneya bidawîkirina vê derdeseriyê, tenê dirûtiyeke siyasî ye, dixwaze tawanê bo xelatkirina tawanbar bikar bîne û armancên wî misoger bike, li şûna ku fişaran bo sizakirina rijêmê û rizgarkirina sûriyan ji tawanên wê pêkbîne.
Ji Netewên Yekbûyî tê xwestin ku mîkanîzmên kartêker bisepîne, daku keresteyên hawarçûnê û piştgiriyê bigihîne tevaya sûriyên hewcedar, bêyî ku di karîdorên gendelî û diziyê re derbas bibin, yên ku asayîşên Esed û çeteyên pêve girêdayî rêvebiriya wan dikin.
Û ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpisyariyên xwe derbarê rawestandina tawanên rijêmê û rizgarkirina sivîlên sûrî hilgire, û pêwîstiya ku mîkanîzmeke fişarê ya rasteqîn di çarçoveyeke demî û diyar de ava bike, bo rawestandina tawan û birçîkirina dijî xelkê sivêl misoger bike, û veguhestina siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 bilez bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
2 nîsan 2021