Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, civînek ji dûrve li gel Şûngira Nûnera Emrîkî bo Sûriyê Amy Elecona bi amadebûna Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra lidar xist, û pêre dawîtirîn pêşhatên siyasî û rewşa meydanî û siyasî li sûriyê gengeşe kirin.
Û Elebde di hevdîtinê de cextî li ser pêwîstiya livandina hejmarek ji doseyan û ya herî girîng têde doseya girtiyan û sizakirin û berdewamiya cezayan li ser sembolên rijêmê kir, her weha pêşdebirina pirosesa siyasî û pêwîstiya dirêjkirina biryara navdewletî ya taybet bi gihandina alîkariyên mirovahî û Dergehê Elselame di nava dergehên di biryarê de hatine de be.
Û Elebde tekez kir ku girtî hewcedarî azadiya lezgîn û bê merc in, û got ku pirosesa siyasî niha di bin metirsiyê de ye, û divê fişarin navdewletî bo pêşdebirina wê çêbibin, ji ber ku derdeseriyên sûriyan berve zêdebûnê diçin, û ew di ser şiyana mirovan re ye.
Û Elebde tekezî li ser giringiya bihêzkirina cezayan li ser rijêma Esed kir, daku rijêmê neçar bikin li ser pirosesa siyasî ya tam li gor biryara navdewletî 2254 bipejrîne.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra li ser pêşhatên riya Komîteya Destûrî û astengiyên ku rastî wê tên wek beşekî ku nayê dabeşkirin ji pirosesa siyasî axivî, û tekezî li ser pêwîstiya fişarên navdewletî berve kontrolkirina kiryarên astengkirinê yên ji aliyê rijêmê ve bi armanca gihiştina dariştina destûrekî nû bo sûriyê kir, ya ku ji pêngavên pêwîst e li ser rêya veguhestina siyasî, daku hêviyên gelê sûrî di azadî û rûmet û dadwerî û demoqrasiyê de pêk bîne, û sînorekî ji derdeserî û êşên gelê sûrî re deyîne, û di serî de serbestberdana girtiyan û zanîna çarenûsa binçavkiriyên kotekî û vegera bi rûmet û ewlehiyê û derbider û penaberan ji def xwe ve vegerin.
Ji aliyê xwe ve Nûnera Emrîkî tekez kir ku welatê wê piştgiriya xebatên Şanderê Navdewletî Ger Pederson dike, û got ku Emrîka jê xwestiye ku xebatên xwe bo serbestberdana girtiyan bêhtir bike, her weha cîbicîkirina tevaya xalên biryara navdewletî 2254 ji ber ku ew rêya yekta ye bo çareserkirina doza Sûriyê.
Û Amy Elecona got ku Emrîka dê di fişarên xwe bo sizakirina tawanbarên cengê de berdewam be, û got ku hilbijartinên ku dê rijêma Esed lidar bixe ne azad in û ne jî pak in, û rewatiyê nade hebûna Esed, her weha ew ne li gor pîvanên biryara navdewletî 2254 in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî