Komîteya Cezîre û Feratê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro înê, civîna xwe ya rolane lidar xist, û têde behsa rewşa deverên rojhilatê firatê kir, û encamên karê Komîteyê di dema bûrî de li hersî parêzgehên Dêra Zorê û Reqayê û Hisiçê berçav kirin.
Û di civînê de Cîgirê Serokê Hevbendiyê û Hevrêzkarê Komîeyê Uqab Yehya û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamê Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Endamên Hevbendiya Niştimanî Mihemed Welî û Mihemed Elî Îsa û Ebdellah Elferec amade bûn.
Û civîngeran karê Komîteyê di vê qonaxê de û mîkanîzmên kartêkerkirina baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Girê Sipî yê gundewarê Reqayê gengeşe kirin, û di aliyê yekem ji civînê de li ser rêya karê Komîteyê û tiştên pêkanîne û hin dijwariyên rastî wan hatine axivîn, û Endamên Komîteyê biryar dan ku karê xwe di cîbicîkirina pirograma li ser lihev kirine de berdewam bikin, û divê hevdîtinek li gel ofîsa siyasî ya Hisiçê destnîşan bibe, û rewşa Dêra Zorê bişopîne, her weha hevdîtinan li gel Desteya Siyasî li Reqayê pêk bîne.
Û civîngeran guhdarî li agahiyên ku Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdulbasit Ebdulletîf pêşkêş kirine piştî ku şandê Hevbendiyê Serdana deverê kiriye û baregeheke herdemî bo Hevbendiya Niştimanî li wê deverê vekirine kirin.
Û Endamên Komîteyê li ser nerîna ku Endamên Hevbendiyê yên ji wê deverê karê wê ofîsê birêkûpêk pêk bînin û li ser pilaneke pêwendiyê bi xelkê deverê re li hev kirin, û encamên hevdîtinên xwe bo civata dahatî berçav kirin, û dîtin ku hebûna Hevbendiyê li wê deverê weke dergehekî girîng e bo danûstandinê û lidarxistina hevdîtinan bi xelkê deverê re.
Û di civînê de lihev kirin ku divê endamên komîteyê li baregehê bi dorê û herdem hebin, û ku ew pirogram pişî kongirê êl û eşîrên sûrî yê ku dê di 5 vê heyvê de lidar bikeve dest pê bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî