Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya mehane de, diyar kir ku 177 sivîl li sûriyê di heyva adara bûrî de şheîd ketin, di nav pakrewanan de 28 zarok û 35 jin û kadroyek bizîşkî hebûn, û bal kişand ser ku 9 kesan di bin îşkencê de li ser destê rijêma Esed canê xwe jidest dan.
Û Tora Mafnasî eşkere kir ku tîma belgekirinê karîbû kuştina 177 sivîlan di nav de 28 zarok û 35 jin belge bike, û got ku di nav kesên li ser destê rijêmê hatine kuştin de 28 sivîl û 3 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, her weha hêzên Rûsî 6 kes kuştin, û çar li ser destê milîsên PYD hatin kuştin, zarokek û jinek di nav wan de hebûn, û du sivîl li ser destê rêxistina Daiş hatin kuştin, û jinek li ser destê çekdarin din hate kuştin, û raporê kuştina 136 kesan li ser destê aliyin ne diyar tomar kir, di nav wan de 24 zarok û 30 jin hebûn.
Û raporê bal kişand ser ku 51 sivîlî di nav de 6 zarok û 20 jin bi sedema teqîna mayînan canê xwe jidest dan, û hejmara kuştiyên bi sedema mayînan ji destpêka sala 2021an de gihişte 85 sivîlî di nav de 28 zarok hebûn, li cûrbecûr deverên sûriyê.
Û tîma kar di saziya mafnasî de kuştina 9 kesan di bin îşkenceyê de di heyva bûrî de belge kir, û got ku ew tev jî li ser destê rijêmê hatibûn kuştin, û kuştina kadroyekî bizîşkî bi guleyên kesin nediyar hatine kuştin tomar kir, û got ku kadroyek ji berevaniya sivîl li ser destê hêzên Rûsî hate kuştin.
Û raporê bal kişand ser ku wê 4 komelkujiyên ku di heyva adarê de li ser destê rijêmê pêk hatine belge kirine, û got ku sê komelkujî li ser destê hêzên dîtir pêk hatibbûn, û serhejmara qurbaniyên wan komkujiyan gihişte 41 sivîlî di nav de 7 zarok û 21 jin hebûn.
Û raporê tekez kir ku rijêma Esed Yasaya Navdewletî Ya Mirovahî û Yasaya Urfî û tevaya biryarên Encûmena Ewlekariyê û bi taybet biryara hejmar 2139 û 2042 û 2254 binpê kirine, ew tev jî bêyî ku were sizakirin.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe de ji Encûmena Ewlekariyê daxwaza standina rêşûnên zêdetir piştî derketina biryara hejmar 2254 kir, û cextî li ser pêwîstiya veguhestina doseya sûrî bo Dadgeha Tawanên Navdewletî û sizakirina tevaya kesên tevlî tawanan bûne kir, tevî rijêma Rûsî piştî ku hate çesipandin ku ew tevlî pêkanîna tawanên cengê bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî