Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Ji berî bêhtir ji deh salan de û ta roja îro, civaka navdewletî hîn di nekarîna hilgirtina berpisyariyên xwe de derbarê parastina sivîlan û parastina mafên nirovan de li Sûriyê berdewam e, civaka navdewletî rewşa rawestan û temaşekirina li tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku rijêm û hevalbendên wê li Sûriyê pêk tînin hilbijart, ta gihişte têkçûna di nehêlana bikaranîna çekên kîmawî û sizakirina tawanbarên berpisyar di ber bikaranîna wan çekan de.
Û ta roja îro hîn rola tê xwestin ji aliyê civaka navdewletî ve derbarê tawana berdewam li Sûriyê ne diyar e, çimkî dihonî saziya ‘Human Rights Watch’ raporek derxist û têde bal kişand ser şehîdbûna 12 kesan bi êrîşeke topên topxaneyan, yaku hêzên rijêmê û dagîrkerê Rûsî bi ser bajarê Erîha yê gundewarê Idlibê di roja 20 çiriya pêşîn ya bûrî de barandin, û êrîşê devereke nişteciyan armanc kiribû, yaku tenê mal û dukanên bazirganan û dibistan û bazar lê hebûn, û dûrî çi deverên leşkerî bûn.
Erkê çi alî an sazî an rêxistin an desteya fermî li cîhanê ye, ku berî şahiyên vejandina vê rojê lidar bixe, an bi çalakiyên pêve girêdayî rabe, divê li ser vajandina wijdanê navdewletî kar bike, wijdanê ku pûç bûye, û nikare berpisyariyê hilgire, û pabendiyê bi berpisyaroyên xwe nake, û niha çi hêza wê tune ye, daku mafên qurbaniyan li wan vegerîne.
Çi ahenga ji bo vejandina roja mafên mirovan bêyî peymanin rasteqîn û cidî û kirina tiştê tê xwestin bo parastina sivîl û girtî û koçberên Sûrî ji hovîtiya rijêmê û hevalbendên wê bi dirêjiya deh salan bêyî karê li ser peyketin û sizakirina tawanbaran bibe, dê tenê weke toza ku dikeve çavan a nahêle mirov pêşiya xwe bibîne be, û hewldanek be daku helwestên xwe yên lawaz û tirsonekî veşêrin, û dê cîhan tevde bihayê wê bi têkçûna ewlehî û aştî û aramiyê di pêşeroja xwe ya nêzîk de bide.
Roja Navdewletî ya Mafên Mirovan, boneyeke ji bo cîhan bi berpisyariyên xwe derbarê sivîlan bibîr bîne, û pêwîstiya ku tevaya dewletên xwedî-bandor yekhelwest bin, daku sînorekî ji Rûsiya û jikarêxistina wê ya berdewam ji mîkanîzmên navdewletî re deynin, her weha siponseriya wê ji terror û rêxistinên terorîst re li Sûriya û Îranê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 kanûna pêşî 2021