Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di heman çaxê ko firokên Esed û Potîn sivîlan, Nexweşxane û Dibistanan bombebaran dikin, waye hevbendiya wan ya tirorist bi rêkxistina Daiş re, ya ko Rûsya dibêje ez ji bo şerê wê hatime, girêbestên radestkirin û pevguhertinê datîne.
Xuyaye girêbesta guhastina endamên Rêkxistinê ji başûrê Şamê bibal bajarê Reqayê ve parek ji hevkariyeke berfireh e, di navbera herdu aliyên ko heman alavên kuştin û tawankariyê der mafê miletê Sûrî bikar tînin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê, hevpeymana kirêt ya navbera Daiş û Esed de pirotesto dike. Û dibîne ko ev têgihaneke di navbera du aliyên tirorist de di bin sîwaneke Rûsî de û ne mumkine ko jibil encamine tawankarî pêk bînin.
Hevbendiyê gelek caran çawaniya rola rêjîma Esed di piştgiriya rêkxistina Daiş ya tirorist tekez kiriye, û çawa derfetan li pêşiya wê vedike û wan bikar tîne ji bo derbekê li pişta Artêşa azad bide û ji bo navê şoreşa Sûriyê kêm bike.
Gerek Civaka Navdewletî nas bike ku aliyê ji bo çareseriya siyasî daye pêş ku ew jî rijêma Esed hevalbendên wê ne, desthilateke tawankar e û tiroristiya dewletê bi awayekî rêbazkirî dike, û peymanan bi rêkxistinên tirorist re datîne û di pabendiyên navdewletî de pişt pê nayê girêdan , û Rûsya jî nabe aliyekî bêlayen ji ber piştgiriya tawankariya Esed dike, û ew şirîkê tiroristiyê ye, ya ko gerek pirotestokirineke xuyanî û pêrabûnin bikêrhatî ji hêla Encûmena Ewlekariyê ve bibin ji bo ewî birawestînin, û çareseriyeke siyasî misoger bikin.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
26.12.2015