Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî jinên cîhanê di Roja Jinê ya Cîhanî De silav dike, nemaze jinên şoreşger ên Sûriyê ên li dijî zordariyê derketine, û xebata ku jina sûrî li ser cûrbecûr sengeran pê rabûye bi dilsozî û deyxa bi dirêjiya salan ji temenê vê şoreşê anî ziman.
Hevbendiya Niştimanî nimûneyên xebat û lehngiyê yên ku jina Sûrî di riya têkoşîna xwe re di warê berxwedana di girtîgehan de û pakrewanbûna wê û şehîdbûna zarokên wê bibîr tîne, ew ên ku dijî cûrbecûr rengên serkutkirin û tewanan bi viyaneke hêzdar li ber xwe dane, û tevî wê jî hîn di şoreşa xwe ya li hember rijêmê de berdewam e.
Jina sûrî dê bimîne kelha rasteqîn yaku nahêle bi hezarên malbatan ji ber hev bikevin, û dê bimîne penageha ewlehî û hêviyê, bo nûavakiriina civaka sûrî û tevna wê ya li ser hev.
Em bi rêzdarî li pêşiya fedakarî û qehremantiyên jinên Sûriyê radiwestin, û em sipasiya xwe arasteyî hemî çalakvanan û keç û kurên vî gelê gewre û yên pê re hevkar in dikin, yên ku kar û xebatê li ser cûrbecûr astan dikin, û destpêşxeriyên şoreşgerî û sivîl û civakî pêşkêş dikin, û karên hawarçûn û piştgirî û alîkariyên girêdayî dozên jinê û zarokan bi taybet dişopînin.
Serbora xebata mezin ya jina sûrî bi dirêjiya deh salan ji temenê şoreşê kiriye, dihêle ku ew cihê xwe yî herî bilind di cihên çêkirina biryarê û ofîsên cîbicîkar û rêvebirinê de bibîne, û em di wê baweriyê de ne ku jin kare pişkdariyên mezin di avakirina ketwara sûriyê û çêkirina pêşroja wê de pêşkêş bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
8 adara 2021