Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hvebendiya Niştimanî ya Sûrî banga Wezareta Derve ya Kanada derbarê sizakirina rijêma Esed li ser binpêkirinên mafên mirovan li sûriyê û tewanên ku rijêmê dermafê gelê Sûrî bi dirêjiya deh salên bûrî pêk anîne pêşwazî dike.
Banga Kenedî pêwîst e ji ber ku cextiyê li ser giringiya sizakirina rijêmê li ser tewan û binpêkirinên mezin dermafê yasaya navdewletî dike, û siyaseta rizgarbûna ji cezayan red dike, û pabend e ku mafên mirovan nekeve bazara danûstandinê, û ku aştiya berdewam bêyî sizakirina berpirsên di ber binpêkirinan de çênbne.
Hevbebndiya Niştimanî xwestekên ku girûpek ji dewletên endam di Encûmena Ewlekariyê de dawiya sala bûrî pêşkêş kirine ji bo şopandina rêşûnên girêdayî tewanên bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê bi bîr tîne.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku ji bo misogerkirina şopandina vê doseyê hemû hewlên xwe bike, daku tevaya gunehkaran bîne pêşiya dadgeha rewa û wan siza bike, ji bo ku rê li pêşiya kesên riklama bo cîhanekê ku têde siyaseta rizgarbûna ji cezayê dikin bigre, ya ku dê dever û cîhan bihayekî wê yê pir mezin bide.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
8 adara 2021