Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, îro di dema pêşwazîkirina Şanderê Keneda yê Taybet bo Sûriyê Gregory Galligan de, destpêşxeriya Keneda ya derbarê daxwaza sizadana rijêma Esed li ser tewanên ku dermafê gelê sûrî pêk anîne bilind nirxand.
Û di hevdîtinê de Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş û Serokê Hevrêzkariya Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Endamên Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Ebdulmejîd Berekat amade bûn.
Û Serokê Hevbendiyê şiroveyek li ser avakirina stratîciyeke hevbeş li gel Keneda derbarê mijara sizadanê û rêşûnên pêwîst bo veguhestina giliyan bo dadgehên pispor pêşkêş kir, her weha ji bo ku wan giliyan veguhêzin Dadgeha Dadweriyê ya navdewletî û Dadgeha Cezayê ya Navdewletî.
Û Elherîrî dît ku pêşdeçûna Keneda di doseya sizakirina rijêmê de li ser tewanên pêk anêne, baştirîn bersiv e li ser pêkenoka hilbijartinên ku rijêm dixwaze lidar bixîne, û kartêkerkirina rakirina giliyên sizadanê dê nehêlin ku rijêm careke dî bi ser keve.
Û amadebûyan behisa dawîtirîn pêşhatên li ser asta meydanî û siyasî û rêyên kartêkerkirina pirosesa siyasî yaku ji ber astengiyên bi mebest ji aliyê rijêmê ve rawestiya ye kirin, û li ser pêwîstiya piştgiriya Keneda û civaka navdewletî bo pêşdebirina çareya siyasî li sûriyê di riya mîkanîzmên çalak re derveyî Encûmena Ewlekariyê axivîn, daku derveyî VETO yê rûsî yê asteng be.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Keneda han da li ser zêdekirina piştgiriyê bo Hikûmeta Sûrî ya Demkî û derbiderên sûrî li bakurê sûriyê, her weha piştgiriya pirojeyên geşepêdanê bo pêdviyên jiyaneyê yên sereke ji welatiyên wê deverê re.
Ji aliyê xwe ve Şandê Keneda tekezî li ser piştgiriya gelê sûrî di daxwazên azadî û rûmetê de kir, û tekez kir ku rijêma Esed di ber tewan û binpêkirinên mafên mirovan de li sûriyê berpisyar e, û cext kir ku ew ji sizayan rizgar nabe, û Keneda dê tevlî pêşniyara Holendî di rûbirûbûna rijêmê di mijara lêpirsînê de bibe, li gor rêkeftina Netewên Yekbûyî ya dijî îşkenceyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî