Hvebendiya Niştimanî ya Sûrî banga Wezareta Derve ya Kanada derbarê sizakirina rijêma Esed li ser binpêkirinên mafên mirovan li sûriyê û tewanên ku rijêmê dermafê gelê Sûrî bi dirêjiya deh salên bûrî pêk anîne pêşwazî kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de îro dît ku banga Kenedî pêwîst e, ji ber ku cextiyê li ser giringiya sizakirina rijêmê li ser tewan û binpêkirinên mezin dermafê yasaya navdewletî dike, û siyaseta rizgarbûna ji cezayan red dike, û pabend e ku mafên mirovan nekevin bazara danûstandinê de, û ku aştiya berdewam bêyî sizakirina berpirsên di ber binpêkirinan de çênbne.
Û Hevbendiya Niştimanî ji Civaka navdewletî xwest ku ji bo misogerkirina şopandina vê doseyê hemû hewlên xwe bike, daku tevaya gunehkaran bîne pêşiya dadgeha rewa û wan siza bike, ji bo ku rê li pêşiya kesên riklama bo cîhanekê ku têde siyaseta rizgarbûna ji cezayê dikin bigre, ya ku dê dever û cîhan bihayekî wê yê pir mezin bide
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî