Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, pêşwaziya Serokê Kombenda Kurdên Serbixwe Ebdulezîz Temo kir, û pêre pêşhatên ketwarê meydanî û siyasî û encamên serdana dawîn bo Herîma Kurdistanê û hevdîtinên Serok di serdanê de lidarxistine gengeşe kirin.
Û Elherîrî li ser rêyên hevrêzî û hevkariyê li gel rayedarên Herêmê ji bo ku li ser rewşa penaberên Sûrî tê de rawestin axivî, û behsa pêwîstiya pêwendiyê derbarê wan penaberan û çakkirina xizmetkariyên ku ji wan re di kampan de têne pêşkêşkirin kirin, her weha dabînkirina pêdviyên pêwîst ji wan re.
Û ji aliyê xwe ve Temo xweşhaliya xwe derbarê vê serdanê û giringî û erêniya wê li ser asta gelêrî anî ziman, û dît ku ew li ser bêhtir ji astekê serkeftî bû, û bal kişand ser pêwîstiya berdewamiya van hevdîtinên ku dikevin berjewendiya sûriyan li rex rabûna Hevbendiya Niştimanî bi erkê xwe, ji ber ku Hevbendî berpisê yekemîn e yê sûriyan e li dewletên derdorê û dewletên biyaniyê tevî deverên rizgarkirî.
Û Temo tekezî li ser beşdariya Kombenda Kurdên Serbixwe di çalakî û ahengên Hevbendiya Niştimanî de bi boneya bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî li gundewarê Helebê her weha di ahingên cejna Newrozê de yaku dê li bajarê Efrînê bi pişkdariya li gel Hevbendiyê li dar bikeve kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî