Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, daxwaza piştgiriya rêşûnên lêpirsîn û sizadana rijêma Esed ji Dewletên Ereb kir, ji ber pêkanîna wê ji tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê re û bikaranîna çekên kîmawî dijî gelê sûriyê, li gor rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî. Û ew daxwaz di riya du nameyên cuda re bû, nameyên ku Serokê Hevbendiyê bo Serokê Komkara Erebî Ehmed Ebo Elxêt û Serokê Xola Niha ya Komkarê Şêx Mihemed bin Ebdulrihman al Sanî Wezîrê Karûbarê Derve yê Qeterê şandine.
Û Elherîrî daxwaza rêşûnên kartêker bo pêşdebirina çareya siyasî û avakirina desthilata veguhêz bi temama karînên wê yên cîbicîkar ji Dewletên Ereb kir, yaku divê desthilatên serokatiyê û hikûmetê û serpereştiya ewlekariyê û artêşê têxe bin çavdêriya xwe de, li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza piştgiriya gelê sûrî di rûbirûbûna Milîsên Îranî yên mezhebî û girûpên terroristî wek Daiş û Elqaîde û Rêxistinên mîna PKK û PYD yên ku bi hev re hevkariyê dikin ji dewletên Ereb kir, daku li hember hêzên ku aşitî û aramiyê li sûriyê û tevahiya deverê têk didin rawestin.
Û Elherîrî di nameya xwe de tekez kir ku gelê sûriyê hîna di pîstirîn bobelata mirovahî de ye, yaku di piştî cenga cîhanî ya duyemîn wek wê çênebûye, ji ber tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên ku ji aliyê rijêma Esed û piştgirên wê ve pêk tên, û têda derdora melyonek mirov hatiye kuştin û seqet bûne, û 250 hezar kes girtî an wendayî hene, û zêdetir ji 13 melyon kes bi kotekî ji deverên xwe yên resen koçber bûne, ji ber siyaseteke rêbazkirî ya ku guhartina demografî çêdike, daku xizmeta pirojeya Îranê li deverê bike.
Û Elherîrî anî ziman ku rêxistina PKK ya terrorîst bi cûrbecûr milîs û navên xwe, desthilateke defakto li ser xelkê bakur û rojhilatê sûriyê disepîne, û ew gefê dide ser yekîtiya xaka sûriyê û gelê wê, û tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê pêk anîne, û bûne sedema derbiderbûna xelkê ji deverên wan, pişt ku van milîsan dest danîne ser sermiyanê welatiyan, û rêbazên fêrkirinê yên taybet disepîne û rengê jiyanê dişêwîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pesna hevpeymaniya li gel Tirkiyê bo pêkanîna berjewendiyên hevbeş da, û hevkariya hevbeş bo parastina sivîlan û şerê terora ku sînoran derbas dike, li gorî pêşanîyên niştimanî yên rewa di warê rizgarkirina gelê Sûrî ji tewanên qirkirinê de, daku Sûrîyê ji projeyên dabeşkirin û koçberkirin û guhertina demografî biparêzin.
Û Elherîrî bi banga hevkariyê ji bo rizgarkirina gelê sûrî û parastina yekîtî û aştî û aramiya wê û parastina ewlehî û aştiya erebî û navdewletî nameya xwe bi dawî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî