Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî lidar xist, û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin, û amadebûyan li ser serdan û civatên berê û yên hatine biryardan û doseyên Komîteya Çaksaziyê û Endamtiyê axivîn, û rapora Komîteya Lêpirsînên Navdewletî derbarê çekên kîmawî berçav kirin.
Û Serokê Hevbendiyê û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyek bi giştî pêşkêş kirin, û li ser rewşa deverên rizgarkirî û rewşa ewlehîyê her weha li ser rewşa erebî û herêmî û rola Îranê ya wêrankarî li Sûriya û deverê axivîn.
Û Endamîn Desteya Siyasî li ser mîkanîzmên avakirina stratîciyên hevbeş û hevpeymaneke navdewletî ji bo sizakirina tewanbarên cengê di rijêma Esed de û şopandina tewanên cengê û binpêkirinên mafên mirovan li sûriyê axivîn.
Û Desteya Siyasî di civata xwe de tekezî li ser giringiya avakirina hevpeymanekê bo sizadanê kir, û divê kar li gel dewletên daxwaza kartêkerkirina sizakirina rijêmê kirine wek Holenda û Keneda dest pê bibe, her weha li gel saziyên mafnasî yên sûrî û navdewletî, û giringiya rêxistinkirina karînan derbarê mijara ceza û rêşûnên pêwîst bo veguhestina giliyan ber bi dadgehên pispor de, û veguhestina doseyê bo Dadgeha Dadweriya Navdewletî û Dadgeha Cezayê ya Navdewletî.
Û Endamên Desteyê behsa encamên serdana Şandê Hevbendiyê bo Herêma Kurdistanê û civat û çalakiyên siyasî û raghandinî yên li dar ketin kirin, û li ser hevdîtinên siyasî û diplomasî yên ku Hevbendiyê di hefteya dawiyê de li dar xistne axivîn, û raporên ji aliyê Ofîs û Komîteyan ve hatine pêşkêşkirin nemaze rapora Ofîsa Penaberan û Saziyên Civaka Sivîl berçav kirin.
Û Desteya Siyasî amadekaryên ji bo ahenga navendî bi boneya bîranîna dehemîn a şoreşa sûrî çêdibin şopandin, ew ahenga ku Hevbendiya Niştimanî dê li deverên rizgarkirî bi beşdariya Endamên Desteya Giştî û hejmarek ji sazî û partî û komeleyan lidar bixe, û bi beşdariya beşekî berfireh ji çalakvan û kesayetên diplomatîk û yên sûrî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî