Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Tijebûna dosya Rijêma Esed bi komelkujî û tewanên koçberkirin û işkencekirinê û bikaranîna gaza sarîn bo xeniqandina zarok û jin û kalemêran, ew e ya ku nahêle sûriya vegere hawirdora xwe ya erebî û herêmî û navdewletî, û nahêle çi hevkarî û hevrêzî an karê hevbeş pê re çêbibe.
Gelê sûrî ji salan de li hêviya wê kêliya ku sûriya têde vegere hawirdora xwe, û danîştgeha xwe di Komkara Erebî de vegerîne, lê ev yek hewcedarî nehêlana sedemên ku hiştine sûriya ji cîgeh û hawirdora xwe derkeve ye, û çi hewldana bo biserxistina vê rijêmê nayê pejrandin.
Tewanên rijêmê yên ji deh salan de berdewam in, bi kuştina melyonek sûrî, koçberkirina nîvê gel, rûxandina jêrxaneya welêt, û bi ser de dizî û talankirina saman û jêderên darayî yên welat bi dirêjiya 50 salî, ew hemû dihêle ku Yasaya Qeyser û tevaya cezayên navdewletî û Ewropî û Emrîkî yên li ser rijêmê hatine sepandin pir kêmî asta berpisyariya dikeve ser milê civaka navdewletî bin.
Pêwîst e em bi bîr bînin ku yasaya sizayên Emrîkî “Qeyser” piştî 55 hezar wêneyên 11 hezar girtî hat, yên bi awayekî rêkûpêk li ser destê rijêma Esed hatine kuştin û îşkencekirin, ew jî tê wateya ku ji her mirovekî tê xwestin ku bi kêmanî li hinek ji wan wêneyan bimeyzîne, berî ku biryara biserxistina kujer bide.
Rêşûna navdewletî ya tê xwestin ji bo ku sûriya vegere hawirdora xwe ya erebî û navdewletî, û hevrêzî û karê hevbeş li gel sûriyê vegere, bi cîbicîkirina biryarên navdewletî û sizakirina tewankarên cengê û misogerkirina ku ew ji cezayan rizgar nabin dest pê dike, li kêlek karê bo veguhestina sûriyê berve sîstemke siyasî ya sivîl û nû li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254.
Em daxwazê ji birayên xwe yên dewletên ereb dikin ku piştgiriya ramanên navdewletî yên daxwaza sizakirina rijêma Esed li ser tewan û binpêkirinên kirine bikin, û her weha em daxwaza hilgirtina berpisyariyê derbarê handana civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê û aliyên navdewletî yên çalak berve avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya vebir dikin, daku mîkanîzma sizayê bi çarçoveya demeke nîşankirî ji bo rawestandina tewanên berdewam li sûriyê misoger bike, û derdeseriyên bideh-hezaran girtiyên di zîndanên rijêmê de bidawî bîne, û vegera ewle bo koçberan misoger bibe, û biryarên navdewletî bo pêkanîna veguhestina siyasî cîbicî bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 adara 2021