Ofîsa Jinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, çalakiyekê bi boneya Roja Jinê ya Cîhanî li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê, bi serpereştiya Cîgira Serok û Hevrêzkara Ofîsê Ruba Hebûş û beşdariya hejmarek ji komele û sazî û partiyan her weha hejmarek ji jinên çalak di jiyana siyasî û civakî û sivîl de lidar xist.
Û Cîgira Serok çalakî bi pesindana amadekaryan û pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Jinê vekir, û pesnê jina sûrî ya şoreşger bo rêya azadiyê da, ew jinên nimûneyek ji wêrekî û pabendî û pêşengiyê bi dirêjiya temenê şoreşa sûrî pêşkêş kir, û têde li hember hemû şêweyên serkutkirin û tewanan bi qehremanî rawestiya.
Û Hebûş di axaftina xwe de bal kişand ser şiyan û şarezayên jina sûrî yên ku dihêlin jin bighêjin navendên çêkirina biryarê, û tekez kir ku jina sûrî sembola dan û rayedariyê ye, û divê bi awayekî cidî di çarçoveya xurtkirina wê de derfetê bibîne, daku di tevaya saziyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û rêvebiriyên xwecihî de beşdariyê bike, û tevlî karûbarê giştî bibe, û di dezgehên siyasî de nûnertiya jinê bi awayekî cidî û rewa bike, û bê cudahî an bidûrxistina kesî wan xurt bike, her weha piştgiriya xebatên jinê di avakirina aştiyê de bike, da ku jinê ji tundî û binpêkirinên cûrbecûr biparêze, û rêşûnên yasaya navdewletî û xwecihî xurt bike.
Û hebûna jina sûrî di zîndan û girtîgehên rijêmê de bibîr anîn, û tekezî li ser berdewamiya daxwazê ji civaka navdewletî kirin, bo bihêlin ku rijêm çarenûsa jinên girtî diyar bike, û destê alîkariyê bidin jinên hatine rizgarkirin, û piştgiriya saziyên jinan yên li cûrbecûr deverên sûrî dixebitin bête kirin, nemaze li deverên derbideriyê, ji ber ku Sûriya azad û demoqrat bêyî beşdariya jinê ava nabe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî