Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, Enes Elebde, tekezî li ser giringiya sizadan û lêpirsîna tewanên cengê di nav rijêma Esed û milîsên terrorist de kir, û got ku pêkanîna dadweriyê li sûriyê daxwazeke ne cihê bazarê ye, ew jî di dema beşdariya Elebde di çalakiya ku Komîteya Girtiyan di Desteya Danûstandinê de lidar xistiye hat, yaku bi mîvandariyeke fermî ji aliyê Emrîka û Tirkiyê û piştgiriya Yekîtiya Ewropa û Almaniya birêve çûye, û di bin navê “dadwerî li sûriyê: rola lêpirsînê, mafên qurbaniyan, aştiya domdar” de hatibû.
Û di vê çalakiyê de Alîkarê Wezîrê Derve yê Emrîka Michael Cusack û Balyozê Tirkiyê li bal Ofîsa Netewên Yekbûyî li Cinêvê Sadiq Erselan û Stephen Rap Serokê Komîteya Serbixwe ji bo Dadweriya Navdewletî û Sizadanê û Endamê Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Endamên Komîteya Destûrî Elîs Miferic û Tariq Elkurdî û Hind Qebewat û hejmarek ji çalakvanan di warê civaka sivîl de amade bûn.
Û Elebde got ku di dema ku em niha diaxivin de, bi serdhezaran girtiyên jin û mêr di zîndanên rijêma Esed de ne, û gunehê wan tenê ew e, ku daxwaza dewleteke azad û daddar kirine, di zîndanên ku kêmtirîn pêdviyên jiyanê têde tune ne de ne, û bi ser de rastî îşkencedanên derûnî û govdeyî tên, riswa dibin, tuşî serma û tirs û mirinê dibin.
Û Elebde got ku liderveyî zîndanan bi sedên hezaran malbat çavlirêyên nûçeyeke xweş li ser law û keç û bav û dayîkên xwe yên di girtîgehên rijêmê de ne, di dema ku rijêm bizavê dike daku bi keysebazî doseya girtî û windayan bikar bîne, û doseya wan ji doseyeke ku di ser danûsatdinê re ye, bighure û bike doseya qezenckirina sûdên aborî û siyasî, û keysê ji sûriyan û civaka navdewletî bîne.
Û Elebde dubare kir û got ku me pir bizav kir û hewlên pêkan ji bo pêşdebirina doseya girtiyan ber bi pêş de dikin, û ji bo serbestberdana sûriyan ji zîndanên rijêmê di zûtriîn dem de em fişareke navdewletî dikin, ji ber ku çênabe ev doseya beşek ji çi danûstandin an bazarên siyasî be, û ew doseyeke mirovahî ye, û ne cihê dan û standinê ye.
Û Elebde bal kişand ser ku Civaka Navdewletî û Şanderê Navnetewî bo Sûriyê bawer in ku yê astengiyan dixe riya pêşdeçûna vê doseyê rijêm e, û berdewam kir û got ku em bendewarên liveke cidî û piratîkî ne, ji bo ku yekser girtî werin berdan.
Û Serokê Desteya Danûstandinê bal kişand ser ku tewan û rijandina xwîna Sûriyan wek stratîciyekê ye li bal rijêmê, wê ji bo serkutkirina şoreşê û beravêtîkirina daxwazên gelê sûrî bikar tîne, lewra sizadan daxwazeke pêwîst e bo vegerendina mafê xelkê me, daku nehêlin tewanbar di kiryar û binpêkirinan de berdewam bimînin.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî bal kişand ser ku rijêm hewil dide keysê ji gelê sûrî û civaka navdewletî bîne ji bo ji sizayan rizgar bibe, lê tucarî sûrî venahesin bêyî ku hemû tewanbarên ku mirovên xelkê sûriyê kuştine û malên wan bombebaran kirine û ew koçber kirine û ji kêmtirîn pêdviyên jiyanê bêpar kirine bên sizadan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî