Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku Tijebûna dosya Rijêma Esed bi komelkujî û tewanên koçberkirin û işkencekirinê û bikaranîna gaza sarîn bo xeniqandina zarok û jin û kalemêran, ew e ya ku nahêle Sûriya vegere hawirdora xwe ya erebî û herêmî û navdewletî, û nahêle çi hevkarî û hevrêzî an karê hevbeş pê re çêbibe.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de duh got ku gelê sûrî ji salan de li hêviya wê kêliya ku Sûriya têde vegere hawirdora xwe, û danîştgeha xwe di Komkara Erebî de vegerîne, lê ev yek hewcedarî nehêlana sedemên ku hiştine Sûriya ji cîgeh û hawirdora xwe derkeve ye, û çi hewldana bo biserxistina vê rijêmê nayê pejrandin.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku Tewanên rijêmê yên ji deh salan de berdewam in, bi kuştina milyonek sûrî, koçberkirina nîvê gel, rûxandina jêrxaneya welêt, û bi ser de dizî û talankirina saman û jêderên darayî yên welat bi dirêjiya 50 salî, ew hemû dihêle ku Yasaya Qeyser û tevaya cezayên navdewletî û Ewropî û Emrîkî yên li ser rijêmê hatine sepandin pir kêmî asta berpisyariya dikeve ser milê civaka navdewletî bin.
Û Hevbendiyê bal kişand ser ku pêwîst e em bi bîr bînin ku yasaya sizayên Emrîkî “Qeyser” piştî 55 hezar wêneyên 11 hezar girtî hat, yên bi awayekî rêkûpêk li ser destê rijêma Esed hatine kuştin û îşkencekirin, ew jî tê wateya ku ji her mirovekî tê xwestin ku bi kêmanî li hinek ji wan wêneyan bimeyzîne, berî ku biryara biserxistina kujer bide.
Û Hevbendiyê Cext kir ku rêşûna navdewletî ya tê xwestin ji bo ku Sûriya vegere hawirdora xwe ya erebî û navdewletî, û hevrêzî û karê hevbeş li gel sûriyê vegere, bi cîbicîkirina biryarên navdewletî û sizakirina tewankarên cengê û misogerkirina ku ew ji cezayan rizgar nabin dest pê dike, li kêlek karê bo veguhestina Sûriyê berve sîstemke siyasî ya sivîl û nû li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji birayên xwe yên dewletên ereb kir ku piştgiriya ramanên navdewletî yên daxwaza sizakirina rijêma Esed li ser tewan û binpêkirinên kirine bikin, û her weha daxwaza hilgirtina berpisyariyê derbarê handana civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê û aliyên navdewletî yên çalak berve avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya vebir kir, daku mîkanîzma sizayê bi çarçoveya demeke nîşankirî ji bo rawestandina tewanên berdewam li sûriyê misoger bike, û derdeseriyên bideh-hezaran girtiyên di zîndanên rijêmê de bidawî bîne, û vegera ewle bo koçberan misoger bibe, û biryarên navdewletî bo pêkanîna veguhestina siyasî cîbicî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî